Êrîşa li dijî goristana gerîla li Qendîlê rastî nerazîbûna dayikan hat
Êrîşa li dijî goristana gerîla li Qendîlê rastî nerazîbûna dayikan hat
Êrîşa li dijî goristana gerîla li Qendîlê rastî nerazîbûna dayikan hat
Dayikên Aştiyê yên Binarê Qendîlê, bi daxuyaniyekê êrîşên li hemberî nirxên gelê Kurd şermerzar kirin û piştî dan şoreşa li Rojavayê Kurdistanê.
Bi armanca şermezarkirina êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç", Dayikên Aştiyê yên li Binarê Qendîlê daxuyaniyek dan. Li ser navê dayikan Adar Serhed axivî û êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî goristana gerîla bi tundî şermerzar kir û got, "Dewleta Tirk li aliyekî behsa çareserî û aştiyê dike, lê li aliyê din bi siyaseta xwe ya qirêj, nirxên gelê Kurd binpê dike. Hikûmeta AKP'ê dibêje ew Misliman e, lê cenazeyên şehîdên me ji gorê derdixîne. Dewleta Tirk nikare xwe li hebûn û şehîdên gelê Kurd rabigire. Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin.
Dayikên Aştiyê di daxuyaniya xwe de şoreşa li Rojavayê Kurdistanê jî silav kir û bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Federal kir ku ambargoya xwe ya li ser Rojava rake. Dayikan bi taybetî bang li jinên Kurd kirin ku têkoşîna xwe bilind bikin.