Êrîşa polîsan a li Cizîrê û Nisêbînê li Edeneyê hat şermezarkirin
Êrîşa polîsan a li Cizîrê û Nisêbînê li Edeneyê hat şermezarkirin
Êrîşa polîsan a li Cizîrê û Nisêbînê li Edeneyê hat şermezarkirin
Êrîşa polîsan a li hember welatiyên li Cizîr û Nisêbînê "dîwarê şermê" şermezar dikirin li Edeneyê hat şermezarkirin.
Di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê ji bo "dîwarê şermê" yê li ser sînorê Rojava hatiye lêkirin û têlên sînoran ên li Roboskî hatine danîn şermezar bikin li Nûnertiya Taxa Ova ya BDP'ê ya li navçeya Seyhan a Edeneyê welatî hatin gel hevdu. Ligel rêveber û endamên BDP'ê yên KURDÎ-DER, TUHADER, DOKH, Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a BDP'ê, ji 7 salî heta 70 salî welatî amade bûn. Li ber nûnertiyê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqiqeyek rêzgirtin pêk hat. Girseyê bênavber dirûşmayên, "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" gotin û li ser navê girseyê Serokê Navçeya Seyhan a BDP'ê Hazim Yalçin axaftineke kurt kir. Yalçin diyar kir ku dîwarê li ser sînorê Rojava di navbera gelê Kurd de dane avakirin. Paşê Serokê Rêxistina Edeneyê yê BDP'ê Ugur Bayrak axivî. Bayrak nerazîbûn nîşanî mudaxeleya polîsan a li hember gelê Cizîrê û Nisêbînê kir.
Bi hezaran kes bi dirûşmaya "Bijî Serok Apo" meşiyan
Piştî axaftinan bi hezaran welatî li ser Caddeya Şakirpaşa ber bi Taxa Uçak ve meşiyan. Di meşê de posterê mezin ê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK'ê û flamayên kesk û sor û zer hatin hilgirtin. Ligel wan pankartên "Dîwarê we lêkiriye, eger Dîwarê Çînê be jî wê parçe bibe. Wê Şoreşa Rojava bibe bihara tevayî Kurdistan " û "Em ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ne" hatin vekirin. Di meşê de bênavber dirûşmayên, "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Gelê Rojava ne bi tenê ye" hatin gotin. Ciwanan di meşê de bi boyaxa sprey li ser dîwaran, "PKK, HPG û YPG" nivîsandin.
POLÎSAN ÊRIŞ KIR
Ligel vê komek ciwanên rûyê wan girtî, li ser Caddeya Şakirpaşa lastîk şewitandin û rê li çûnûhatinê girtin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan polîsan. Aloziya di navbera ciwan û polîsan de didome.