Êrişên komên çekdar didomin
Êrişên komên çekdar didomin
Êrişên komên çekdar didomin
Êrîşên çeteyên Dewleta Îslam Iraq ve Bîladî El Şam/Eniya El Nusra li herema Girê Sipî (Til Ebyed), Girkêlegê, Kobanê didomin.
Hate zanîn piştî îlana bêçalakiya Yekîneyê Paratina Gel (YPG) jî, êrîşên çeteyên Dewleta Îslam/ Eniya El Nusra li Rojavaya Kurdistan didomin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin komên çete duh bi şev ji gundê Camis topên hawanê avêtin gundê Kendal û êrîşên komên çeteyan bi çekên giran li herema Girê Sipî didomin.
Hate zanîn şevê din li gundê Yûsifiyê yê giradiyî Girkê Legê komên çeteyan bi çekên giran bendên kontrolê yên YPG’ê tacîz kirin. Çavkaniyê heremî didin diyar kirin li gundê rojavaya Kobanê Dugurman, Qordîne, Qîne ji ber êrîşên komên çekdar şerên demî rûdane.
Hêzên rejîma Sûriyê şeve din êrîşî taxa Şêxmeqsût ya Helebê kiribûn û şer heta saetên sibê dewam kiribû