Êrîşên Komên çete rastî berxwedana YPG’ê hat

Êrîşên Komên çete rastî berxwedana YPG’ê hat

Komên çete yên ku xwestin êrîşî gundên Girê Silora û Celemê bikin, rastî bersivdayîna hêzên YPG’ê hatin. Di encama şer de komên êrîşkar gelek windahî dan. Komên çete her wiha gundê Mehemediyê ku piraniya şêniyên wê ereb in topbaran kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro saet derdora 18.00’an de komên çete hewl dan ku êrîşî gundên Girê Silora û Celemê bikin. Li ser vê yeke hêzên YPG’ê bersiv da û şer derket. Hate ragihandin ku di şer de gelek êrîşkar hatine kuştin â cenazeyên 3 ji wan di destê YPG’ê dene, her wiha wesayîtek jî hatiye rûxandin. 

Li aliyê din hate ragihandin ku komên çete ji kampa Atmê ya li ser sînorê Tirkiyê û Suriyê 20 hawan avêtin gundê Mehemediyê yê di navbera Cindirêsê û Atmê de dimîne û piraniya şêniyên wê ereb in. Welatiyê bi navê Mehemed Qebes diyar di encama topbaranê de mizgefta gund û malên 3 welatiyan xirab bûne.

Hate gotin ku komên çete her wiha topên hawanê avêtine gundê Dêr Belût ê girêdayî Cindira Efrînê jî. Hate gotin 10 top li gund ketine û bûye sedema ziyana maddî.