Êrîşên li dijî Kobanê li Helepçeyê hatin şermezarkirin

Êrîşên li dijî Kobanê li Helepçeyê hatin şermezarkirin

Êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ ên li hemberî Kantona Kobanê, li bajarê Helepçe yê Başûrê Kurdistanê bi meş û daxuyaniyekê hatin şermezarkirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, duh ber êvarê saet di 15:30 de li bajarê Helepçeyê, bi pêşengiya Rêxistina Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê, Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê û Partî Çareserî Demokratî Kurdistan meşek hat lidarxistin.

Meşê bi beşdariya dehan kesan ji bazarê destpê kir û heta navenda bajêr dewam kir. Li dû meşê daxuyaniyek hat xwendin û êrîşên li ser Kobanê bi tundî hatin şermezarkirin. Di dewama dxuyaniyê de de banga yekîtiya neteweyî li tevahiya gelê kurd hate kirin û hate gotin: "Armanca êrîşên li ser Kantona Kobanê şikandina îradeya serbixwe a tevahiya gelê Kurd, ji bo ku gelê kurd di nexşeya rojhilata navînde nebe xwedî  mafê serbixweyiya xwe."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em berxwedana gelê Kobanê weke berxwedana tevahiya gelê Kurd dibînin û em van êrîşên li ser Kantona Kobanê weke êrîşeke û plangeriyeke li ser tevahiya gelê Kurd dibînin." Di daxuyaniyê de ev daxwaz li hêzên Kurdistanî hat kirin::

"-Divê ev êrîşên li ser tevahiya gelê Kurd û bi taybetî li ser Kantona Kobanê werin rawestandin û her kes erka xwe a neteweyî ji bo piştgiriya Kobanê ragihîne.

-Divê aliyên siyasî yên Kurdistanê di demeke kurt de dest bi alîkariyeke fîlî ya ji bo Kobanê bikin û amadekariya kongreyeke neteweyî were kirin.

-Pêwîste parlament û hikûmeta Kurdistanê di demeke kurt de dest bi alîkariya ji bo Kobanê bike û her sê Kantonên Kobanê bi awayekî fermî nas bike.

-Pêwîste ambargoya siyasî û aborî ya li ser Kobnê û tevahiya Rojavayê Kurdistanê tavilê bê şikandin."

Daxuyanî li ber dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî YPG û YPJ", "Bijî Yekîtiya Gele Kurd" û "Helepçe Kobanê ye" bi meşekê bi dawî bû.