‘Êrîşên li dijî Kurdan li Tirkiyê hatine plankirin’

‘Êrîşên li dijî Kurdan li Tirkiyê hatine plankirin’

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Eniya El-Ekrad Elai Cibo da zanîn êrîşên ku li dijî gelê Kurd ên li herêma bakurê Helebê hatine kirin, ji aliyê Tirkiyê ve hatine plankirin. Cibo destnîşan kir ku hin tabûrên li dijî Kurdan komkujî pêk anîn li Tirkiyê hatine avakirin. Cibo diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê fermandarên tabûrên çekdar ên ku li Humis û Hema têk çûn vexwendin Tirkiyê û di 26’ê Tîrmehê de bi beşdariya 70 fermandarên Artêşa Azad civîn lidar xistiye û di civînê de biryara êrîşên li dijî Kurdên herêma bakurê Helebê hate dayîn.

Têkildarî êrîşên li dijî kurdên li herêma bakurê Helebê endamê Meclîsa Leşkerî ya Eniya El-Ekrad Elai Cibo ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku roj li pey rojê rastiya êrîşên li dijî gelê Kurd derdikeve holê. Cibo diyar kir ku herî dawî rastiya êrîşên li dijî gundên Kurdan ên li herêma Izaz û Babê yên Helebê ku di vê herêmê de Kurd, Ereb û Tirkmen bi biratî li ser heman cografyayê bi hev re dijîn, aşkera bû.  Cibo da zanîn ku hikûmeta Tirk li pişt êrîşane û ev tişt anî ziman: ‘‘Hate hînbûn ku Tirkiyê li pişt êrîş û planên li dijî Kurdan pêk tên disekine, di vê yekê de ti guman nemaye. Tirkiyê bang li fermandarên Artêşa Azad ên di eniyên şer li Humis, Hema de têk çûbûn kir û di 26’ê Tîrmehê de li Dîlokê bi beşdariya 70 fermandarên Artêşa Azad civîn lidar xist.’’

Cibo di dewama axaftina xwe de anî ziman ku piştî di civîna Dîlokê de peyman hate îmzekirin, fermandarên tabûran vegeriyan Sûriyê û plana ku li dijî gelê Kurd hatibû amadekirin, daye meşandin û wiha dom kir: 

‘‘Êrîşa li dijî Kurdan piştî vegera fermandaran a ji Dîlokê destpê kir. Ji fermandarên ku cihê xwe di êrîşan de girtin û di civîna Dîlokê de amadebûn Şêx Emced Bîtar, Eqîd Fatih Hesûn û Ebû Zahî hebûn. Van, li bajarê Reqayê odeya çalakiyan a bi navê ‘‘Odeya Çalakiyan a Mucahîdina li Gundên Bakur’’ saz kirin. Di vê odeyê de gelek tabûr hene, navê tabûra Heyet Eluma, Ketîbet Ebû Bekir, Cemaeta Fadî Xideyir hatin naskirin. Daxuyaniya endamê meclîsa leşkerî ya Artêşa Azad a Helebê Ebdulcebar El-Iqêlî ku dibêje em ê kurdan tune bikin rastiya planan nîşan dide. Daxuyaniya El-Iqêlî piştî civîna Dîlokê hatine dayîn.’’

Cibo da zanîn ku piştî civîna Dîlokê bi 2 rojan, komên çete êrîşî bajarokên Til Eran, Til Hasil û gundên Kefer Sixîr, Cih Elasî, Dodiyan, Til Şeîr, Qolsoc, Til Medîq, Til Betel, Nîrbiye, Tiwês, Biric, Til Cerce, Qebasîn û Sed Şehbe ku navendên hêzên El-Ekrad têde bûn kirin.

Cibo destnîşan kir ku di peymana Tirkiye û Artêşa Azad de hatiye plan kirin ku di 117 gundên Kurdan ên herêmê de hebûna hêzên Kurdî were tine kirin û eger pêwîst kir dê Kurdên herêmê tine bikin. Komên behsa mijarê ku li herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê têk çûn, dixwazin li wê herêmê di navbera Kurd û Ereban de nakokiyan derbixin.

Cibo diyar kir ku tabûrên li bajarê Dîlokê civiyane, êrîşî herêma Minbic û Babê kirin û navên van tabûran aşkera kir:

1- Dewleta Îslamê ya Iraq û Şam/El- Nusra.

2- Lîwai El.Tewhîd.

3- Lîwai Ehrar El.Şam

4- Lîwai Tehrîr Sûriya.

5- Lîwai El-rebî El-Erebî.

6- Tevgera Fecir El-Şam

7- Lîwai Fetih El-Ûla.

8- Lîwai Asifet El-Şimal

9- Lîwai Sultan Muhamed.

10- Mele Îbrahîm.

11- Artêşa Muhemed.

Cibo her wiha diyar kir ku hin komên çekdar ên Kurdî jî beşdarî van êrîşan bûne û ev nav rêz kirin:

1- Eniya Îslamî ya Kurd.

2- Komela Kurdî (bi fermandariya Mistefa Bêwar ê ji Efrînê).

3- Lîwai Yûsif El-Ezma (bi fermandariya Besam Hacî Mistefa ).

4- Ehfad Selah El-Dîn.

5- Lîwai El-Edil.

6- Tabûra Nûredîn Zenkî (bi fermandariya Tewfîq Şehab)

Cibo wiha dewamî da axaftina xwe: "Van koman Kurdayetiya xwe firotine, êrîşî gundên Kurdan dikin û welatiyên Kurd dikujin û koçber dikin."

Cibo di axaftina xwe de xaleke girîng destnişan kir û ev tişt anî ziman: ‘‘Koma bi navê Mele Îbrahîm li Tirkiyê hatiye avakirin, di vê tabûrê de serbaz û pisporên Tirk cihê xwe digirin, vê komê di êrîşa bajarokê Til Hasil, Til Eran û gundê bejahiya rojhilatê Helebê de cihê xwe girtin û komkujî pêk anîn.’’  

Cibo der barê jiyana welatiyên herêmê de jî ev tişt got: ‘‘Jiyana şêniyên herêmê bi tirs e, dibe ku koma girêdayî dewleta Îsamê ya Iraq û Şam/El- Nusra komjiyên nû pêk bîne.’’