Êrîşên li Şêxmeqsûd didomin: 2 leşker hatin kuştin

Êrîşên li Şêxmeqsûd didomin: 2 leşker hatin kuştin

Hate ragihandin ku hêzên rejîma Baas pişti nîvro êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirine û di encama bersivdayîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de pevçûnek demî derketiye. Hate diyarkirin ku di pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.  

Li gorî agahiyan, hêzên rejîma Baas piştî nîvro ji herêma Mexselet El-Cezîre êrîşî  taxa Şêxmeqsûd kirin û di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê de pevçûnek demî derket. Hate ragihandin ku di pevçûnê 2 leşker hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. Hate gotin ku hêzên rejîmê piştî pevçûnê neçar mane paşve biçin.

Hêzên rejîmê şevêdin jî li herêma Mexselet El-Cezîre êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirbûn û hewl dabûn bikevin taxê. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dabûn û pevçûn derketibûn. Pevçûna ku benda devera El-Ewarid a taxa Eşrefiyê jî belav bibûn, heta saetên sibehê dewam kiribûn.