Êrîşên li dijî Elewiyan li Den Haagê hatin protestokirin

Êrîşên li dijî Elewiyan li Den Haagê hatin protestokirin

Ji bo protesto kirina êrîşên li dijî Elewiyan yên li Tirkiyeyê li bajarê Den Haag yê Hollandayê çalakiyek pêkanîn.

Bi banga 15 komele û organîzasyonê di demjimêr 15’an nêzî 200 kes li ber avahiya konsolosxaneya Tirk kombûn û êrîşên li dijî Elewî û Kurdan protesto kirin. Di xwepêşandanê de pankartên “Meletî dê nebe Sêwasa duwem” hatin vekirin û her wiha gelek dowîzên êrîş şermezar dikirin rakirin. Federasyona Komeleyên Kurd (Fedkom) ya Hollandayê jî piştgirî da çalakiyê.

Di daxuyaniya ku di xwepêşandanê de hate xwendin, êrîşa di 28’ê Tîrmehê li bajarokê Surgu yê Meletiyê li dijî Elewiyan hate bibîrxistin û hate gotin; “Êrîş û provokasyona li Surguyê êrîşekî organîzekiriye û karê cemaeta patenta AKP’ê ye. Ev hewildanekî helandina baweriya Elewîtiyê ye.”

Di belavokê de hate gotin ku, “Desthilatdariya AKP’ê ya cûdakar, oldar, netewperest dijminatiya li hember Elewiyan kûrtir dike.”