Serokdewletê Ermenîstanê Serj Sarkisyan da zanîn ku ger pêwîst bike ew amade ne bi Azerbaycanê re şer bikin. Rêberê Ermen vê daxuyaniyê, piştî ku Macarîstanê sûbayê Azerî yê ku di dema kûrsa NATO’yê de hevalê xwe yê odeyê yê Ermen kuşt, radestê Azerbaycanê kir, da.
Macarîstanê jî ragihand ku wana Ramîl Sefarov ê ku di sala 2004 de ji ber kuştinê tawanbar e, ji bo cezayê xwe yê maye li welatê xwe bikişîne, di çarçoveya huqûqa navneteweyî de radestê Azarbaycanê kirine.
Sefarov çawa gihişt Azerbaycanê hat efûkirin û mûaşê wî yê 8 salên borî, hatin dayîn. Piştî vê biryara Macarîstanê, Ermenîstanê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Budapeşteyê re qut kiribû.
Rûsya û DYA’yê ragihandin ku ew ji vê rewşê bi fikar in. Koma aşitiyê ya Mînsk a ji bo lihevanîna Ermenîstan û Azerbaycanê hatiye avakirin û DYA, Rûsya Û Franse jî di nav de ne, nunerên her du welatan anîn cem hev û hevdîtinek pêk anîn.
Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev jî ragihand ku ew di çarçoveya qanûnan de tevgeriyane û nerazîbûnên DYA, Rûsya û Ermenîstanê red kir.