Esad: Çarenûsa gel bi vî şerî ve girêdaye

Esad: Çarenûsa gel bi vî şerî ve girêdaye

Serokdewletê Sûriye Beşar el Esad diyar kir ku gelê Sûriyeyê bi şerek ku dê çarenûsa gelê Sûriyeyê diyar bike re rû bi rû ye.

Esad di daxuyaniya bi boneya 67’yemîn salvegera avakirina hêzên leşkerî da de û pesnê leşkerên li hemberî “çeteyên çekdarên terorîst” têdikoşin da. Esad di vê daxuyaniya piştî du hefteyan da de got; “Raborî, îro û dahatuya gel û neteweya me bi vî şerî ve girêdaye.”

Li aliyek din jî, Rêxistina Efûya Navneteweyî di rapora weşand de ragihand ku hêzên rejîmê li bajarê Helebê di şer de sucê mirovahiyê dikin. Li gorî lêkolîna di meha gulanê de pêk hat, bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê tê kirin ku rêveberiya Şamê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin û embargoya çekan li ser welat bê danîn.