Serokomarê Sûriyeyê Beşar El Esad di merasîma sondxwarinê ya hikûmeta nû ya Suriyeyê de axivî û wiha got: “Em bi her awayî û her alî, di rewşa şerê rastîn de ne . Di rewşa şer de, hemû polîtîk û sektorên me di vî şerê de divê ji bo serkeftinê rê bidin ber xwe.
Li Suriyeyê di meha adara 20!1’an de bûyerên bi şîdet dest pêkiribûn û hê jî didome.Di bin serokatiya Riyac Hîcab de hikûmeta ku nû ava bû sonda qanûnî xwar.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Sana, rêveberî piştî merasîma sondxarinê bi endamên hikûmetê re hatiye cem hev û hatiye xwestin ku endam bi welatiyan re têkeve nava têkiliyan û der barê pêkanîn û derfetên destên hikûmetê de welatiyan agahdar bike.
Avakirina hikûmeta nû, rastî demeke ku krîza navbera Suriye û welatên rojava û Tirkiye-Katar û Suudî Erebîstanê. Piştî ku Suriyeyê balafira artêşa tirk ku sînor îhlal kiribû xist gengeşî zêde bû.
Esad di axaftina xwe de diyar kir ku ew bi her awayî û her alî de di nava şer de ne û wiha got: “. Di rewşa şer de, hemû polîtîk û sektorên me di vî şerê de divê ji bo serkeftinê rê bidin ber xwe.”