Esad: Erdogan rûyê xwe yê rast nîşan da

Esad: Erdogan rûyê xwe yê rast nîşan da

Serokdewletê Sûriye, Beşar Esad di hevpeyvîna daye rojnameya Tirkî Cumhuriyetê de diyar kir ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di meseleay Sûriyeyê de neguheriye, tenê rûyê wî yê rast aşkere bûye. Esad, Erdogan bi durûtiyê tawanbar kir.

Esad di hevpeyvîna xwe de destnîşan kir ku Erdogan di pirsgirên li Rojhilata Navîn de bi hestên mezhebperestiyê tevdigere û diyar kir ku hikûmeta AKP piştgirî dide HAMAS’ê, lê dema mesele dibe Hizbullah Erdogan dengê xwe dernaxe.

Esad got; “Em helwesta Erdogan a li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê dizanin. Lê dema Îsraîlê di 2006 de êrîşê Libnanê kir, Erdogan bi qasî ya Xezzeyê nerazîbûn nîşan neda. Lê di rastiyê de yên li Libnanê jî û yên Xezzeyê jî tenê li hemberî dijminekê ango Îsraîlê şer dikin. Hema bêje Îsraîlê ji her du aliyan 1600 kes kuşt. Gelo çima mesele dibe HAMAS, li Xezzeyê xwedî derdikeve, diqîre û bang dike, lê dema dibe Libnan xwe bê deng dike?” Esad, Erdogan bi durûtiyê tawanbar kir û diyar kir ku Erdogan ji bo gelê Sûriyeyê xwe digirîne, lê li hemberî kuştinên ji aliyê welatên Kendavê ve bê deng dimîne.

Esad diyar kir ku êdî li hemû Rojhilata Navîn pêbaweriya li hemberî Erdogan tê gotûbêjkirin û destnîşan kir ku Erdogan destûr da ku DYA li ser axa welatê wî mertalên fuzeyan deyne.

Esad bang li Erdogan kir ku li şûna xwe tevlî karê welateke din bike, bila li welatê xwe binêre û got; “ Gelo berê li hemberî gelê Sûriyeyê ne hestyar bû, di carekê de hestên wî teqiyan? Gelo piştre hat bîra wî? Ma ew ji min zêdetir ji gelê Sûriyeyê hez dike? Li vir durûtiyek heye.”