Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir ku ew bi şerek ku ji derve ve tê ferzkirin re rû bi rû ne û destnîşan kir ku welatê wî di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe. Esad îdîa kir ku destê wan di komkujiya Hûlayê de tune ye.
Serokdewletê Sûriyeyê piştî hilbijartinên di meha gulanê de pêk hatin, cara yekemîn li meclîsê axivî. Esad endamên nû yên Meclîsê silav kir û daxwaza serketinê pêşkêş kir. Esad got ku hilbijartin bersiva herî baş bû li hemberî “terorîzmê”.
Esad destnîşan kir ku welatê wan di rojên krîtîk re derbas dibin û diyar kir ku hêzên derve dixwazin bi şerê ji derve ve li ser Sûriyeyê tê ferzkirin, Sûriyeyê parçe bikin.
Esad got ku wana tevî hilbijartinê gelek reform kirine, lê li hemberî vê yekê êrîşên “terorê” zêdetir bûne û got; “Em reforman dikin, lê belê teror ferq naxe navbera tu kesî, her kesê dikuje.”
Esad bal kişand ser Komkujiya Hûla ya ku 108 kes têde jiyana xwe ji dest da û diyar kir ku haya wan ji komkujiyê tune ye. Esad diyar kir ku ew têkoşîna li hemberî “terorîzmê” bidomînin. Esad diyar kir ku deriyê wan ji bo diyalogên siyasî vekirî ye û got ku ew bi Konseya Neteweyî ya Sûriye ya piştgirî ji hêzên derve digire re nakin.
Esad qebûl kir ku bûyerên ji adara 2011 ve gele mirovan canê xwe ji dest dan û got ku berpirsên vê yekê jî hêzên derve ne. Esad got; “Terorîst bi reform û diyalogan re eleqeeder nabin. Eda diyar kir ku ew ê têkoşîna li hemberî “terorê” bidomînin û diyar kir ku dê gelê Sûriyeyê rojên xweş bijî.