Êşên rojane yên paşeroja nayê ji bîr kirin

Êşên rojane yên paşeroja nayê ji bîr kirin

Yek ji xelekên zincîra bûyerên înfaz, qetilkirina di encama revandinê de û îşkence yên ji aliyê çeteyên JÎTEM'ê ve di navbera salên 94-96'an de dema Serheng Hîlmî Kahraman fermandarê jendermeyan ê Mîdyadê pêk hatin, windakirina Abdullatîf Şahîn e ku li gundê Estel ê Mîdyatê piştî bang li hat kirin li Qereqola Jendermeyan a Mîdyatê hat revandin.

Kur Mehmet Saît Şahîn (26) diyar dike ku dema bang li bavê wî hat kirin û ji Qereqola Jendermeyan a Mîdyatê venegeriya ew 9 salî bû û got, "Dema me der heqê rewşê de agahî xwestin ji me re gotin, 'me berdan, eger nehatibe hingî beşdarî refên PKK'ê bûye".

Şahîn ragihandin ku keyayê wê demê ku hevalê bavê wî bû, ji bo dîtina bavê wî serî li saziyên fermî daye û got, "Qereqola jendermeyan li keya geriya û gef lê hat xwarin. Ji ber vê yekê neçar ma dest ji lêgerîna bavê min berde."

M. Saît Şahîn diyar kir ku bûyer di bin kontrola Fermandarê hingî yê Jendermeyan a Mîdyadê Serhend Hîlmî Kahraman rû daye û anî ziman ku divê Hîlmî Kahraman li lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Amedê ve hatiye destpêkirin, were zêdekirin.

''BEŞDARÎ PKK'Ê BÛYE''

Mehmet Saît Şahîn da zanîn ku bavê wî Abdullatîf Şahîn bi karê cotkariyê re debara xwe dikir û anî ziman ku bi hinceta alîkarî daye PKK'ê, ji Qereqola Jendermeyan a Mîdyatê bi rêya telefonê bang lê hatiye kirin. M. Saît Şahîn ku wan rojên ku di 9 saliya xwe de jê re şahidî kir wiha vegot: "Bavê min di 18'ê Çileya 1996'an de ji bo îfadeyê bang lê hat kirin û ji mala me ya li gundê Estelê çû Qereqola Jendermeyan a Mîdyadê. Piştî ku bavê min çû qereqolê me bi rojan jê agahî negirt. Li ser vê yekê me ji qereqolê li ser rewşê agahî xwestin. Qereqolê jî bersiveke tê zanîn ku dida hemû malbatên windahiyan û got, 'Me ew serbest berda. Eger nehatibe malê beşdarî refên PKK'ê bûye."

''ÇARENÛSA TE DÊ BIBE MÎNA YA HEVALÊ TE''

Şahîn anî ziman ku piştre keyayê gund ê hingî hevalê bavê wî bû, ji bo dîtina bavê wî serî li saziyên fermî da û got, "Ji Qereqola Jendermeyan a Mîdyatê jê re telefonek hat û gefa 'Dest ji vî karî berde, naxwe çarenûsa te jî dê bibe mîna ya hevalê te' lê hat xwarin. Keya jî ji ber tirsiya, careke din bi ser bûyerê de neçû. Şahidên bûyerê hene. Dîtine ku bavê min ketiye hundirê qereqolê. Ji me re vegotin, lê belê ew jî tirsiyan ku biçin îfadeyê bidin."

''BILA JI BERPIRSYARAN HESAP BÊ PIRSÎN''

Kur M. Saît Şahîn diyar kir ku ew di 9 saliya xwe de bê bav maye û got, "Bi malbata xwe re me jiyaneke gelekî zehmet derbas kir. Perwerdeya min nîvco ma. Piştî bûyerê em neçar man ji gund koçî Dîlokê bikin. Bi salan, li aliyekî li benda agahiyek ji bavê xwe bûn, li aliyê din jî bi şert û mercên xizaniyê yên ji ber koçberiya bi zorê, li ber xwe didan. Ez dixwazim hesap ji wan kesên ev anîne serê me bê pirsîn. Dixwazim ji kesên bavê min di bin çavan de qetil kirine, hesap bê pirsîn. Heta emrê me têrê bike, ji bo ronîkirina vê bûyerê dê têkoşîna me dewam bike."

''BERPIRSYARE BÛYERÊ SERHENG KAHRAMAN E''

Şahîn da xuyakirin ku Serheng Hîlmî Kahraman ê hingî Fermandarê Jendermeyan ê Mîdyatê bû, kesê ku hemû bûyerên revandin, qetilkirin û binçavkirinê koordîne dikir û got, "Ev bûyer di bin kontrola wî de pêk hatin. Bavê min jî di bin agahî û kontrola Hîlmî Kahraman de hat revandin. Lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Amedê ve hatiye destpêkirin, divê Hîlmî Kahraman jî bigire nava xwe. Divê ev lêpirsîn berpirsyarên wê demê hemû bigire nava xwe. Divê aqûbeta bavê min demek beriya demekê bê ronîkirin. Em dixwazin xwe bigihêjînin hestiyan."