Eşyayên Medenî li Muzeya Şermê ne
Eşyayên Medenî li Muzeya Şermê ne
Eşyayên Medenî li Muzeya Şermê ne
Li Muzeya Şermê ya 12'ê Îlonê, ku ji aliyê Federasyona 78'an a Şoreşger ve li Navenda Hunerên Hemdem hat vekirin, eşyayên Medenî Yildirim hatin nîşandan.
Li Muzeya Şermê ya 12'ê Îlonê, ku ji aliyê Federasyona 78'an a Şoreşger ve li Navenda Hunerên Hemdem hat vekirin, eşyayên Medenî Yildirim ê 28'ê Hezîranê li Licê di dema protestoya qereqolê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin, hat nîşandan.
Di nava eşyayên Medenî yên hatin nîşandan de, atletê wî yê bi xwîn, tîşortên wî, pirtûkên wî dixwend, pêlava wî, çenteyê wî, wêneyên wî çê kirin, dîploma dibistana amadeyî, karneya dibistana amadeyî cih digirin. Eşyayên Medenî Yildirim dê heta 24'ê Îlonê li Navenda Hunerên Hemdem bên nîşandan.