Ev jî cerdevanên Rojava ne
Ev jî cerdevanên Rojava ne
Ev jî cerdevanên Rojava ne
Di demeke ku li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên gel êrîşên piralî zêde dibin de, hinek komikên kurd ku di êrîşan de cîh digirin jî balê dikişînin. Tişta balkêş ew e ku ev komik ji 20’an zêde ne, lê hejmara endamên wan di navbera 15 û 50 de diguhere. Ev komên ku li tu cihan nayên nasîn û girêdayî hinek partiyên kurd ên bi hêzên derve ve girêdayîne, ji bo ku şerê kurdan bikin hatine avakirin. Lewre jî li herêmê wekî “Cerdevanên Rojava” têne binavkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ya sala 2012’an ku gel rêveberiyên bajaran bidest xistin û dest bi avakirina sîstema xwe ya xweser kir, hêzên navnetewî û herêmî yên ku derketina îradeyek bi vî rengî hêvî nedikirin, ketin nava liv û tevgerê. Di vê çarçoveyê de êrîşên li aliyekê êrîşên çekdarî hatin destpêkirin, li aliyê din bi riyên aborî, civakî û siyasî hate xwestin ku îradeya siyasî ya li Rojava derketiye holê, bê şikandin. Êrîşên çekdarî, ambargoya aborî, hewldanên tevlihevkirina civakî didomin. Lê ya herî girîng ew e ku li dijî îradeya siyasî û xebatên yekîtiya kurd ku cara yekemîn hêzek evqas mezin derketiye holê, hewldanên perçekirinê bênavber didomin.
Bi vê armancê hêzên navnetewî û dewletên herêmê bênavber hewl didin ku bi riya hinek partiyên kurd û komikan îradeya kurd perçe bikin û bi armancê her cure rêbazan bikar tînin. Ji bilî hewldanên tevlîhevkirinên siyasî, van derdoran li hemberî hêzên parastinê yên Rojavayê Kurdistanê xwestin ku hêzên girêdayî xwe ava bikin, lê nekarîn biser bikevin. Lewre jî komikên wekî ku girêdayî Artêşa Azad in ava kirin.
Bi vê yekê xwestin ku bêjin, “hêzek me jî heye, lewre YPG bi tena serê xwe nabe hêza Rojava”. Nexasim li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê ketin pey provokasyonan.
Hejmara wan di navbera 15 û 50’yan de diguhere
Bi taybetî piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, her wiha piştî ku Desteya Bilind a Kurd di civîna xwe ya li Hewlêrê de li ser hêzên parastinê gotûbêj kirin, li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê komikên biçûk ên bi navên cuda bi lez û bez hatin avakirin. Balkêş e ku li gorî lêkolînên hatine kirin hejmara endamên van komikan di navbera 15 û 50 kesî de diguhere. Hinek ji van koman wiha ne:
1. Tabûra Mişel Temo (Li herêma Cizîrê û Kobanê ye)
2. Tabûra Îdrîs Barzanî (Li herêma Qamişlo)
3. Tugaya Seleheddîn Eyubî (Li herêma Heleb, Efrîn û navçeya Babê ye. Li hersê navendan heman nav heye, lê ji hev cuda xwe birêxistin kirine)
4. Tugaya Nasir Selahadîn Eyubî (Li bajarê Helebê)
5. Tabûra Mela Mustafa Barzanî (Li herêma Cizîrê)
6. Tabûra Şêx Meşûq Xeznewî (Li herêma Cizîrê)
7. Tabûra Yusuf Elazma ya girêdayî tugaya Emru Bin As.
8. Tabûra Yusuf Elazma (Gundê Qibêsîn ê bajaroka Babê ya Helebê)
9. Tabûra Seyf El-Heq a girêdayî Cebhet El-Şamal (Li bajarê Helebê û derdora wê)
10. Tabûra Nisor Kobanî.
11. Tabûra Kawa Hesinkar
12. Tabûra Şehîdên Mekê
13. Tabûra Nisor Pêşmerge
14. Tabûra Ehrar Efrîn
15. Tabûra Ehrar Kobanî
16. Tabûra Azadî
17. Enîya Îslamî ya Kurd
18. Koma Edil
19. Tabûra 313
20. Komele (Li herêma Efrînê, rêveberê wê kesê bi navê Bêwar Mistefa ye)
21. Siqûr Efrîn
22. Hevrêzên Amûdê (Di provokasyona dawî ya Amûdê de li hêzên tarî tevgeriyan)
Di êrîşên hovane de cîh girtin
Van komên hanê xwe wekî Artêşa Azad a Kurd nîşan da, lê bi pêkanînên xwe nîşan dan ku li dijî gelê kurd û Tevgera Azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê ne. Van komikên behsa mijarê rûyê xwe yê rast destpêkê di êrîşên li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê ku piranî kurd lê dijîn de nîşan dan. Piştre jî bi rêzê di êrîşên gundê Qestel Cindo yê Efrînê, li Serêkaniyê, Kobanê, Amûdê, Çilaxa, Tirbespiyê de li rex komên çete yên li ser navê îslamê tevdigerin û Artêşa Suriyeya Azad cihê xwe girtin. Tê gotin ku di êrîşên hovane û li dijî exlaqî de ev komên hanê jî cîh digirin.
Girêdayî hinek partiyên kurd û cemaetan e
Çavkaniyên siyasî diyar dikin ku ev komên hanê girêdayî hinek partiyên siyasî yên wekî Partiya Azadî, El Partî, Yekîtî û Teyar Musteqbel, her wiha hinek cemaetên li ser navê îslamê tevdigerin e. Her çiqasî ev partiyên ku îdîa dikin ji bo Rojavayê Kurdistanê têdikoşin, lê rêveberên wan li paytextên hinek dewletan e, bi awayekî fermî xwedî li van koman dernekevin jî, beşdarbûna wan ya meşên înê ku ji aliye partiyên kurdan ve têne organîzekirin, slogan û pankartên wan cihê gumanan nahêlin.
Nexasim di êrîşên li ser Eşrefiyê de endamên Partiya Azadî hatibûn kuştin. Dîsa herî dawiyê li Efrînê di encama operasyona Asayîşê de hinek kesên di nava hewldanên çekdarî yên li dijî YPG’ê de bûn, hatin girtin. Piştî van binçavkirinê Sekreterê Partiya Azadî Mustafa Cuma xwedî li van kesan derket.
Ciwanên birin başûr
Di nava van koman de yên ku ji ciwanên ji ber leşkeriya Sûriyê reviyane başûrê Kurdistanê û li wir hatine perwerdekirin jî hene. Komikên ku li Başûr hatine perwerdekirin, piştî demekê dîsa şandine Rojavayê Kurdistanê. Jixwe kesên li Efrînê hatine girtin jî, îtîraf kirine ku wan ji Partiya Azadî xwestiye ku wan li Başûrê Kurdistanê perwere bikin.
Di nava Artêşa Azad de têne perwerdekirin
Di pêvajoya şoreşa Sûriyê de û bi taybetî piştî ku Artêşa Azad a Sûriyê bi awayekî aktif dest bi êrîşên li dijî rêjîma Sûriyê kir, hin keseyatên Kurd ên wekî Salah Bedreddîn, Meşehel Temo, Faris Temo û Abdulbasut Seyda bi Artêşa Azad re hevdîtin kirin û ji wan xwestin ku derbasî herêmên Kurdan bibin. Di vê çarçoveyê de komikên hatine avakirin jî di nava Artêşa Azad de hatin perwerdekirin. Her wiha peyman hatin îmzekirin ku bi riya Artêşa Azad bikevin Rojavayê Kurdistanê. Wekî di şerê Serêkaniyê, gundê Qestelê, Helebê, Çilaxa, Tirbesipiyê û Kobanê tê dîtin jî endamên van koman nava komên çete de cîh digirin.
Armanc çiye?
Ji van hewldanan hemuyan tê dîtin ku armanca van pêkanînan têkbirina îradeya siyasî ye. Ev yek jî bi alîkariya hêzên wekî Tirkiyê tê kirin. Nexasim di êrîşên Serêkaniyê, Amûdê û Til Ebyadê de gelek belgeyên ku vê yekê îspat dikin hatin dîtin. Lê ya herî balkêş ew e ku navê tu koman li Suriyê, Rojava û welatên ku alîkariya wan dikin nayên zanîn. Ji ber ku tenê bi armanca şerê li dijî kurdan hatine avakirin. Li gel alîkariya ji wan re tê dayîn jî, tu hêzek wan nîn e, tenê dema hinek komên çete di çarçoveya planên li dijî Rojavayê Kurdistanê de êrîşî herêmên Rojava dikin, van komikan didin pêş. Di vê çarçoveyê de em komik wekî cerdevanên li Bakûrê Kurdistanê têne binavkirin. Li Bakûrê Kurdistanê jî dewletê li dijî tevgera azadiyê çek dan hinek gundiyan û li hemberî gerîlayan di refên pêş de didan şerkirin. Nexasim ev polîtîka li çar perçeyên Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve di dîrokê de hertim hatiye meşandin.