Ev ne şerê gel e, şerê AKP’ê ye

Ev ne şerê gel e, şerê AKP’ê ye

Komeleya Elewiyan a a Nusyarî ya Antakyayê ya li Swêdê tezkereya şer a AKP’ê şermezar kir û diyar kir ku ev şer ne yê gel, şerê AKP’ê ye.

Komeleyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku AKP li Rojhilata Navîn taşerontiya emperyalîzmê dike û got ku ew bi fikarên mezin li êrîşan dinêrin.

Komeleyê xwest ku hemû hêzên emperyalîst destê xwe ji nava Sûriyeyê bikişînin û diyar kir gelê Tirk qebûl nake ku biçe şer.