‘Ew ne mih mirov bûn’

‘Ew ne mih mirov bûn’

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, di çarçoveya çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" de vê hefteyê cezayê ku ji endam û rêveberên ÎHD’ê re hatiye birîn hate şermezarkirin û ji berpirsên windayan aqûbeta welatiyên winda hate pirsîn.

Li Êlihê wekî her hefteyê vê hefteyê jî Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulistanê berdewam kirin. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin kujerên wan bên darizandin” û pankarta wêneyên kesê hatine windakirin û bi nivîsa “Yên winda ne” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên winda hildan.

Di çalakiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, rêveber û endamên KURDÎ-DER, BDP û gelek kes amade bûn. Li ser navê ÎHD û malbatên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Osman Kunteş ewil axivî. Kunteş, diyar kir ku ev hefteya 207’mîne ji bo windayan çalakî li dar dixin û got dê ew her tim li aqubeta van kesên wenda bi pirsin.

‘EW NE MIH BÛN EW MIROV BÛN!’

Kunteş anî ziman ku ji windabûna wê demê Serokwezîra wê demê Tansu Çîler, Wezîrê Navxweyî ê demê Mehmet Agar û Serfermandarê demê Dogan Gureş berpirsyarin û bi bîr xist ku di wê demê de li van windayan xwedî derneketin û kiryarên wan dernexistin holê. Kunteş gotina Suleyman Demîrel “Ji Rojhelatê Firatê wêdetir, ger ku mihek jî winda bibe em berpirsyarin” bi bîr xist û wiha got: “Em îro bang li vê desthilatdariya îro dikin, ew ne mihin ew mirovin. Bi hezaran mirovên me hatin winda kirin. Dîsa em li bang li Serdozgeran dikin. Heta îro we çi lêgerîn û lêkolîna kiriye. Aşkere bikin. Ev pirs mafê me yê herî xwezayî ye.”

‘CEZAYÊ KEYFÎ SÎNORAN NAS NEKE’

Piştî Kunteş rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Êlihê Îlyas Êkîncî daxuyanî xwend û bal kişand ser cezayê ku ji rêveber û endamên ÎHD’ê re birîne. Ekîncî destnîşan kir ku, roja 24 Çileyê li 11’min dadgeha cezayê giran a Ênqerê li rêveber û endamên wan Fîlîz Kalaycî, Halîl Îbrahîm Vargun, Hasan Anlar û Murat Vargun cezayê giran li wan hatiye birîn. Ekîncî diyar kir ku, di 11 Kanûna 2012’an de li Edeneyê jî li endamê MYK ÎHD’ê Tugay Berk û Prz. Sefîl Araci Bek jî ji aliyê 8’min dadgeha cezayê giran ya Edenê bi ceazayê 3 sal, mehek û 13 roj hatine cezakirin.

Ekîncî da zanîn ku hevalê wan ji ber faliyetê xwe tên darizandin û got ev kes biryar li gor dewleta polîsan pêk tê. Ekîncî anî ziman ku, di serî de parêzer û parêzvanê mafên mirovan ne xwediyê ewlekariya hiqûqîne û wiha got: “Ceza dayîna parêzeran tê wateya ji pergala mafê cîhanê re meydan xwindinê. Keyfiyeta dadgerî sînoran nas nake. Em dê heta dawiyê li hemberî van cezayan bin. Em dê kesê ku ji aliyê desthilatdariya siyasî ve tên alîkirin, li cem wan kesan bin û li rex bindestan û kesên tune tên hesibandin bin.”

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hate li darxistin û çalakî bi dawî bû.