‘Ewlekarî û aboriya Başûrê Kurdistanê di xeteriyê de ne’
‘Ewlekarî û aboriya Başûrê Kurdistanê di xeteriyê de ne’
‘Ewlekarî û aboriya Başûrê Kurdistanê di xeteriyê de ne’
Weqfa Frîdrîch Naûman a Elman, hilbijartinên meha derbasbûyî yên Başûrê Kurdistanê û êrîşên bombeyî yên li Hewlêrê nirxand û der barê tabloya nû de hişyarî da. Weqfê ragihand ku ezmûna Kurdan a hilbijartinê dikare ji Rojhliata Navîn re bibe mînak û got, "Ewlekarî û aboriya herêma Kurdistanê ya Iraqê di xeteriyê de ne."
Weqfa Frîdrîch Naûman a Elman der barê hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê de ku 2,8 mîlyon hilbijêran dengê xwe bikar anîn de raporeke berfireh weşand. Di rapora ku ji aliyê pisporê Iraqê yê Weqfê Falko Walde ve hat nivîsandin de, paşeroj siyasî ya 10 salan a Başûrê Kurdistanê ya piştî rejîma Saddam hat vegotin û bal hat kişandin ser pozîsyona xurt a PDK û YNK'ê.
Hat bibîr xistin ku Tevgera Goran a bi lîderiya Nêçirvan Mûstafa bi sozên têkoşîna li dijî bertîl û sextekariyê derketiye ser dika siyasetê û li Silêmaniyê ku weke qeleha YNK'ê ye bûye partiya yekemîn. Di raporê de tê ragihandin ku pêşeroja YNK'ê ya piştî Talabanî ne diyar e û hat destnîşankirin ku pêwistiya YNK'ê bi nûbûneke cidî heye, naxwe dê bihele.
'EZMÛNA KURDAN A HILBIJARTINÊ DÊ JI HERÊMÊ RE BIBE MÎNAK'
Weqfa Frîdrîch Naûman a Elman da xuyakirin ku ji bilî hin kêmasî û bûyerên biçûk, hilbijartin di atmosfereke zelal û demokratîk de pêk hatiye û got, "Mîna ku Nûneriya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî jî erê kir, pêvajoya hilbijartinê bêpirsgirêk temam bûye. Ev ezmûna hilbijartinan a Kurdan, di asteke ku dikare ji Rojhilata Navîn a bi şer û aloz de, bibe mînak."
Rapor diyar kir ku di hilbijartinên bihara 2014'an de ji bo Nûrî El Malîkî ji bo cara sêyemîn bibe Serokwezîrê Iraqê pêwistiya wî bi alîkariya Kurdan heye û ev tespît hatin kirin: "Di berdêla destekdayîna Malîkî de Kurd dê bixwazin ku lihevnekirinên der barê parvekirina hatiyên gaz û petrolê de ku bi salane di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Bexdayê de bûye krîzek, werin çareserkirin. Her wiha dibe ku statuya Kerkûkê ya ye ji mijarên bingehîn ên nîqaşan e, careke din têkeve Rojevê."
'EWLEKARÎ Û ABORÎ LI SER BINGEHEKE ŞEMATOK IN'
Raporê, êrîşên bombeyî yên li hemberî avahiya asayîşa Hewlêrê ku roja 29'ê Îlona 2013'an rû dan û di encamê de 7 wezîfedarên asayîşê jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 70 kes birîndar bûn nirxand. Di raporê de hat ragihandin ku asta aramî û aboriyê ya Herêma Kurdistana Federe, berevajî Iraq û welatên din ên li herêmê, pêwendiya xwe bi ewlekariyê heye û ev şîrove hat kirin:
"Ne diyar e ku hikûmeteke çawa dê Hewlêrê birêve bibe. PDK û YNK dixwazin partiyên Îslamî bikişînin gel xwe û careke din bibin desthilatdar. Goran jî dê weke partiya bingehîn a mûxalefetê, li derveyî hikûmetê bimîne. Di her şert û mercî de wezîfeyên giran li benda hikûmeta nû ne. Eger derb li ewlekariyê were xistin, dê pêşveçûyîna aboriyê zerarê bibîne.
Mijareke din a lezgîn jî başkirina qadên azadî û mafên mirovan e. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe ya dawî de ragihandibû ku hêzên asayîşê yên Kurd zextê li rojnamevan, aktîvîst û siyasetmedarên mûxalîf dikin, hin ji wan avêtine girtîgehan. Divê hikûmeta nû di mijara maf û azadiyan de sererastkirinan bike."
Di hilbijartinên 21'ê Îlonê yên li Başûrê Kurdistanê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûbû yekemîn, Goran duyemîn û Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) jî bûbû partiya sêyemîn. Li gorî encamên ji sindoqan derket, rengê nû yê meclîsa li Hewlêrê dê wiha be: PDK 38 parlamenter, Tevgera Goran (Guhertin) 24 parlamenter, Partiyên Îslamî Yekgirto 8 û Komele xwedî 6 parlamenteran e.
Piştî têkçûna YNK'ê ya di hilbijartinan de hevsera Celal Talabanî Hêra Îbrahîm Ehmd ji wezîfeya xwe ya Serokatiya YNK'ê ya Bajarê Silêmaniyê îstifa kiribû. Tê payîn PDK û YNK ji nû ve hikûmeta nû ava bikin. Di tabloya nû ya siyasî de Goran û partiyên Îslamî derdikevin pêş.