‘Ewlekariya Rojava ewlekariya hemû Kurdistanê ye’

‘Ewlekariya Rojava ewlekariya hemû Kurdistanê ye’

Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl li ser daxuyaniyên kesên siyasî ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistan wek êrîşên li ser aliyekî didin nîşandan diyar kir ku parastina Rojava dikeve çarçoveya parastina ewlekariya hemû Kurdistanê. Xelîl destnîşan kir ku aliyên ku dibêje şerê li Rojava şerê aliyekî ye ji berpirsyariyên xwe direvin.

Berdevkê fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl bi daxuyanek diyar kir ku berxwedana li Rojavayê Kurdistanê yên li dijî êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra û çeteyên nêzî wan, beşek ji ewlekariya netewî ya Kurdistanê ye.

Xelîl destnîşan kir ku aliyên îdîa dikin ku êrîşên komên çekdar ên li dijî Rojava, li dijî aliyekî ye, ji erkê xwe yê xwedî derketina li Rojava direvin.

Xelîl balkişand ku ev aliyên siyasî xwe bi nakokiyên siyasî re mijûl dikin.

Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku bila ev hêzên xwe nakokiyên siyasî mijûl dikin re dibêjin ku pirsgirêkên xwe yên siyasî û partîtî li cihekî din çareser bikin. Parastina Rojava ji nakokiyên wan ên siyasî meztire. Rojavayê Kurdistanê û ewlekariya wê ji şêniyên wêre bihêlin. 

Di dawiya daxuyaniya xwe de Berdevkê fermî yê YPG’ê berxwedan hêzên YPG’ê bibîrxist û da zanîn ku hêzên YPG’ê dê li ser erkê xwe yê parastina rewa bimîne û dê hemû pêkhateyên Rojava biparêze.