Ewropa di bin berfê de ye, herî kêm 23 mirî

Ewropa di bin berfê de ye, herî kêm 23 mirî

Li Ewropayê ji ber hewaya sar herî kêm 23 kes mirin, bi sedan seferên balafirê betal bûn, li hin herêman sermayê rekor şkand.

Li Ewropayê hewaya sar bandorek dijwar li ser gel dike. Pileya li hin herêman -29 pile ye û hewaya sar jiyan şeht kir.

LI ROJHILATÊ EWROPAYÊ 23 KES MIRIN

Li hin herêman germahî daket -15 pileyane. Li Polonyayê di nava 24 saetan de 10 kes mirin. Ev agahî ji aliyê polîsên netewî ve hat dayîn. Li Polonyayê di meha cotmehê de 14 kes ji sermayê mirin. Sala par 200 kes miribûn.

Li Komara Çekê jî hewa gihişt -27’an. Herî kêm 7 kes mirin. 4 li Xirvatistanê, 2 li Sirbîstanê bi giştî 6 li Balkanan mirin. Li bajarên mezin trafîk hat girtin. Li Sirbistanê wesayîtên di rê de man hewl tê dayîn bê rizgarkirin. Her wiha li Xirvatistan, Sirbistan, Karedax û Bosna Hersekê ceyran hat birîn.

LI SWÎSREYÊ SERMAYÊ REKOR ŞKAND

Li Swîsreyê sermayê di dawiya hefteyê de rekor şkand. Li Glattalp germahî daket -29 pileyan. Ji ber barîna berfê li herêma Alpê alarma aşûtê hat dayîn. Li Swîsreyê li herêma Tîtlîst li derveyê pîsta îstasyon a Engelberg 11 kes di bin aşûtê de man. gelek bi derfetên xwe derktin. Du kes birîndar bûn.

LI FRANKFURTÊ 150 SEFER HATIN BETALKIRIN

Li balafirgeha Frankfurtê ya Almanyayê ji ber berfê 150 seferên balafirê hatin betalkirin. Li Luksemburgê jî ji ber barîna berfê gelek qezayên trafîkê pêk hatin û 3 kes birîndar bûn.