Her çendî rayedarên Yekitiya Ewropayê ji bo pereyê hevpar ê YE’yê Euro xwe li ser lingan bigire, hewl didin, lê gelek sazî û rêxistin xwe ji hilweşîna Euroyê re amade dikin.
Herî dawî, Serokê Bankaya Navendî ya Swîsreyê jî ragihand ku ew xwe ji hilweşîna diravê Euoryê re amade dikin.
Dîrektorê bankayê Thomas Jordan, di daxuyaniya da de got; “Her çendî ez bawer nekim ku dê ev yek pêk bê jî, lê dîsa jî divê em li hemberî hilweşîna diravek hevpar xwedî amadekarî bin.” Jordan diyar kir ku ew Frangê Swîsreyê ji bo razandinê baş dibînin û got ku ji bo sektora welatê wan ziyanê nebîne, ew ê xwedî tedbîr bin.
Niha, frank li hemberî euoroyê nirx qezenç kiriye, ji ber wê jî, di hinardeyê de paş ve kişandin pêk hatiye. Ji ber wê jî, Banka Navendî ya Swîsreyê ji bo bihayê frank zêdetir nebe, mudaxeleyê bazarê kiribû.
Sterlînê Îngilîzan jî li hemberî euroyê bi biha bûye. Dîrektorê Bankaya Navendî ya Îngilîzan Mervyn King di daxuyaniya da de diyar kir wana li hemberî krîzeke potansiyel a ku di encama hilweşîna euroyê de pêk bê, dest bi amadekariyan kiriye.
Hefteya borî jî, Komîsyoan Ewropayê nivîsek ji hemû welatên endam re şandibû û bang li hemû welatan kir ku li hemberî pêşbîniya derketina Yewnanîstanê ya ji nava euroyê ku dibe piştî hilbijartina li Yewnanîstanê ya di 17’ê pûşperê de pêk bê, xwedî amadekarî bin.
Ne tenê Bankayên Navendî amadekariya hilweşîna Euroyê dikin. Şîrketên sîgortayên domdirêj û kaseyên malnişiyan (teqawud) jî amadekariyê dikin. Lloydê têkildarê mijarê daxuyaniyek da û serokê rêveberiya saziyê Richard Wank diyar kir ku derketina Yewnanstanê ji Euroyê, nabe sedema hilweşîna Euroyê, lê dê rê li ber krîzên mezin ên aborî vebike.
Dı nûçeya beriya hefteyekê di Reutersê de hat weşandin de, ragihand ku bankayên Franseya ku parek mezin a wê di Euroyê de heye, dest bi amadekariyan kiriye.
Ji aliyek din ve jî, Spanya jî di vê hefteyê de dest bi sererastkirinên di sîstema bankavaniyê de dike. Çaremîn bankaya herî mezin a Spanayê Banki, ragihand ku ew ê hîseyên xwe bifiroşin Ryên Hewayî yên British Airways Iberya.
Tişa ku bazara Spanayayê dixe nava gumanan ew e ku ji sedî 30’ê deynê welêt li bankayan e. Gelek ekonomîst ditirsin ku Spanya bibe welatê çaremenî yê Ewropayê yên ku ketine krîzê.
Tiştek din ku lez bide krîza li Euroyê, referandûma li Îrlandayê ye. Ger ji bo birîna butçeyê ya nû, di referandûmê de dengê “na” derbikeve, dê biryara ji aliyê welatên Yekitiya Ewropayê ve hatin erêkirin, bikevin metirsiyê.