Ewropa xwe ji senaryoya karesatê re amade dike

Ewropa xwe ji senaryoya karesatê re amade dike

Îro çavê welatên Yekitiya Ewropa û hêzên aboriya gerdûnî li encamên hilbijartinên ku dê îro li Yewnanîstanê pêk bên. YE ditirse koma çepgiran a ku li hemberî planên aboriyê yên YE’yê radibin, bi ser bikevin, bi ser bikevin û li hemberî vê yekê amadekariyên xwe kirin.

Rêveberê Bankaya Navendî ya Ewropayê Mario Draghi di daxuyaniya da de diyar kir ku ger di krîza aborî de teqînek pêk bê, wana tedbîrên awerte girtine û wana fona ji bo deynan amade kirine.

Serokê Bankaya Navendî ya Japonyayê Masaaki Shirakawa jî diyar kir ku ew ê li gel hemû bankayên li her aliyên cîhanê, encamên hilbijartinê bişopînin û rewşa bazara cîhanê ji nêzîk ve bişopînin. Shirakawa diyar kir ku ji bo krîzeke aborî çênebe, ew dikarin krediyên bê lîmît pêk bînin.

Tê payîn ku Serokwezîra Alman Angela Merkel hema piştî hilbijartinê bi rêberên herêma Euroyê re bicive.