Ewropayê yekemîn balafira bê mirov a cengawer ceriband

Ewropayê yekemîn balafira bê mirov a cengawer ceriband

Yekemn balafira bê mirov a cengawer a nEUROn a Ewropayê ji aliyê şîrketa Dassault a Frensî ve hate çêkirin û ceribandina yekemîn bi awayeke serkeftî pêk hat. Ev balafira ku yek ji ceribandinên balafirên bê mirov ên ji bo nêçîrê yên ku sala 2003ê ye, dikare du bombeyên 250 kîlo yên xwedî lazer hilbigire.

Bihayê vê balafirê 400 milyon Euro ye û proje ji aliyê şîrketa Frensî ya bi navê Dassault Aviation ve tê birêvebirin û sala 2003 ji aliyê Wezareta Parastinê ya Frensî ve hatibû aşkerekirin. Ev balefira bê mirov 4.9 ton giran e û dikare ji 2 tonan zêdetir bar hilbigire.

Ev balafira bi navê neEUROn yekemîn balafira bê mirova a cengawer a Ewropayê ye. Tê diyarkirin ku dibe ev balafirên bê mirov di van 20 salên dawiyê de cihê balafirên şer ên hene bigirin.

Di vê projeyê de ji Îtalyayê şîrketa Alenia, ji Spanyayê EADS-CASA, ji Swêdê Saab, ji Swîsreyê Ruag û ji Yewnanîstanê jî HAI cih digirtin.