Express: Koza agirê Kurdistanê ji nû ve geş bû

Express: Koza agirê Kurdistanê ji nû ve geş bû

Bûyera herî dawî li Dîlokê qewimî ji pisporan pirsî. Di nûçeya kovara Frensî Expressê ya bi sernûçeya “Koza agirê Kurdistanê ji nû ve geş bû” ya bi îmzeya Catherine Gouëset de, pirsporê Amerîkayî Hanri Barkey got ku bê ku tu lêpirsînek were kirin, ev bûyer avêtin stûyê PKK’ê, ev yek jî mirov matmayî dihêle.

Kovara Express, nivîsand; “zêdetirê salek e, li şûna çareseriya siyasî, hemû tevnên siyasî yên Kurdan bi zextan re rû bi rû mane” û vê mijarê ji sê pisporan pirsî. Kovar ragihand ku rayedarên Tirk bûyera li Dîlokê diavêjin stûyê PKK’ê, PKK û BDP jî vê yekê red dikin. Pisporê pirsgirêka Kurd û polîtîlog Hamît Bozarslan dibêje; “Ev ne yekem car e ku êrîşek wiha diavêjin stûyê PKK’ê û PKK jî red dike. PKK di van salên dawiyê de ger êrîşên li dijî sivîla pêk bîne jî poşmaniya xwe tîne ziman, digire ser xwe û lêborînê dixwaze.”

BERIYA LÊPIRSÎN PKK’Ê TAWANBA RKIRIN

Ji Zanîngeha Lehigh a pirsporê Amerîkayî Henri Barkey got ku bê ku tu lêpirsînek were kirin, ev bûyer avêtin stûyê PKK’ê, ev yek jî mirov matmayî dihêle.

Kovarê, bal kişand ku pozîsyona êrîşên PKK’ê yên li hemberî dewleta Tirk dijwar bûne. Bozarslan got; “PKKê di warê siyasî û aşitiyane de çalakiyên xwe zêde kir. Çalakiyên çekdarî yên awerte li dar dixe, lê di heman demê de jî dest bi kampanyayên propagandayê jî dike. Armanca wê ew e ku li hemû axa Kurdan a li Tirkiyeyê bi cih bibe. Êdî ne wek berê tenê bi çalakiyên gerîlayan ên demkî re sînordar dimîne.” Kovar îdîa dike ku PKK ji Artêşa Rizgariya Kosova ya di salên 1990’ê de sûdê werdigirin.

Bozarslan destnîşan dike ku AKP’ê got qey dê tedbîrên wê yên di bin navê “pêşîlêvekirinê” de têra Kurda bike, lê berevajoyê wê, vê yekê rê li ber xurtbûna hestên neteweyî yên Kurdan vekir û êdî ramana hemû qada siyasî ya Kurdan li hemberî dewleta navendî cûda bûn.

Hanri Barkey bi bîr dixe ku bi hezaran Kurd bê ku tu sedemek were nîşandan, hatine girtin. Lêkolîner û profesorê Frensî Jean Marcou jî endamên saziyên sivîl, xwendekarên zanîngehê û rewşembîran ên di bin navê KCK’ê de pêk tên bi bîr xist.

Bozarslan destnîşan dike ku astengbûna çareseriya pirsgirêka Kurd bi hesta “desthilatiyê” ya hukûmeta Erdogan re eleqeder e û got; “AKP dixwaze ji niha û pêve çek jî di nav de çareseriya xwe dispêre.”

TÊKOŞÎNA PKK’Ê LI RASTÎ RÊZDARIYÊ TÊ

Bozarslan der barê cihê PKK’ê ya li ser vê dike de jî dibêje; “PKK, di nava Kurdan de, li aliyekê ji ber çalakiyên wê yên tundiyê tê redkirin, lê li aliyeke din jî weke aktorê referansê tê nirxandin.” Bozarslan bale dikişîne ser nêrîna Kurdan a bi awayê “Endamên PKK’ê zarokên me ne, dotman û pismanên me ne.”

Hanri Karkey dibêje “Her wiha” û wiha didomîne; “Piştî berxwedana xwe ya 30 salan a li hemberî duwemîn artêşa NATO’yê, li rastî rêzdariyê tê.”

Marcaou bal dikişîne ku têkiliyek nezelal a AKP’ê bi PKK’ê re heye û destnîşan dike ku AKP bi awayeke fermî muzakereyên li gel PKK’ê red dike, lê belê di demên nêzîk de hevdîtin bi PKK’ê re pêk aniye.

DIBE TIŞTÊN PIR XETER BIQEWIMIN

Her sê pirpor jî didin zanîn ku dibe rewşa her sê herêman (Iraq, Sûriye, Libnan) ber bi nearamiya salên berê ve biçe.

Bozarslan rewşa herî xirab jî piştguh nake, Barkey destnîşan kir ku bi qasî nîvê Kurdan li “herêma kevneşopî ya Kurdan” najîn û diyar kir ku ger alozî berdewam bike, dibe tiştên pir xeter biqewimin. Pisporan bal kişandin ku ji bo aramkirina vê rewşê û aloziyê divê rêveberên Tirk her tiştê dikevin ser milê wan bikin.