'Ez ji bo namûsa zanistê dê xebatên xwe bidomînim'

'Ez ji bo namûsa zanistê dê xebatên xwe bidomînim'

Sosyolog Arslan Ozdemîr ku 4 salan ji doza KCK’ê li Amedê girtî ma û tahliyebû li ser xebat, girtin û pêvajoya girtîgehê axivî.  Ozdemîr diyar kir ku ji bo li gorî giştînameyên ji Wezareta Navxweyî şandiye li Akademiya Rêveberiyê Herêmî ya Yekitiya Şaredariyên GAP’ê de, perwerde daye bi KCK’îbûnê hatiye sûcdarkirin û wiha got: “Ger ez sûcdar bim, wê demê wezareta Navxweyî jî bê darizandin.” Aslan got di girtîgehê de du pirtûk jî nivîsîne û got ligel her tiştî ‘ji bo namûsa zanistê, xebata xwe dê bidomîne.

Sosyolog Arslan Ozdemîr di 14’ê nîsana 2009’an de di bi navê doza KCK’ê de li Amedê hat girtin.  Piştî çar salan şûnde  du hefte berê bi 10 kesan re ku di nava wan de şaredar jî hebûn hat berdan.

Arslan Ozdemîr ku serokatiya Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê dike û li Akademiya Rêveberiyên Herêmî  ya Yekitiya Şaredariyên Gapê de wek pisporê perwerdê dixebite diyar kir ku, mijarên wek ‘faliyetên KCK’ê tê dîtin li gorî giştînameyên Wezareta Navxweyî ya ku hatiye şandin ji şaredar, endamên şaredarî xebatkaran re tê dayîn.

Arslan wiha got: “ Armanca perwerdeya ji bo gihandina personelan bû. Ji bo xizmeteke baş bibin gel, perwerde dihatin dayîn. Ez perwerdeya têkiliyê gel didim. Ev qada min ya pisporiyê ye.  Hevalê Ahmet Zîrek jî mijarê qanûnî û mevzuatê dida. Dîsa Roza Erdede jî di ofîsa projeyê de bû.  Hevala me 3 zanîngeh qedandibû. Yanî hawireke akademîk bû. Dema hewceba me ji Enqere û Stenbolê pispor dianîn. Ev perwerde ji bo xizmeta nava şaredariyê bû.

Ozdemîr got dema hatiye binçavkirin mala wî ji aiyê hezaran tîm û polîsan ve hatiye serdegirtin û got: “Ez matmayî mam. Min bi salan mamostetî kir.  Ez li pişt xebatên xwe me. Ez îro dîsa xebata xwe dikarim bikim. Lê wekê ku ez sûcdarekî mezinim, polîsan di ser mala min de girt.”

Ozdemîr wiha got: “Dozger got ku çi karî dikî, min got ez sosyologim. Ez ji bo xebatkarên şaredariyê pewerdê didim.  Parêzerê min Muharrem Erbey, ku niha girtiye, ji dozger re got; ger tiştekî din tunebe, bila muvekîlê min bê berdan. Dozger got; ez tenê biryarê nadim, emê  lihev bicivin û biryarê bidin.

LI GIRTÎGEHÊ DU PIRTÛK

Ozdemîr got piştî girtinê xebatên Akademiyê hinek rawestiyane û wiha got: “Dema hatim girtin sosyologê 20 salan bûm.  Ez fikirîm, kêmasiyên min hebûn. Min ji xwe re bernameyek amade kir. Min li gorî wê xebata xwe meşand. Ceribandineke baş bû bo min. Pirtûkên ku min nexwendibûn, min hemû xwend. Min nivîsî. Min pirtûkek nivîsî.  Min xebateke bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Ronesans’ çêkir. Salekî ez bi vê ve mijol bûm. Min kir pirtûk.  Ji bilî vê min pirtûkek bi terza romanê nivîsî.

ME LI GIRTÎGEHÊ JIYAN XWEŞ KIR

Ozdemîr diyar kir ku, girtîgeha Tîpa D ya Amedê ku yek kate tenê li Amedê heye û got li odeyên ku 3-4-5 kes têde dimînin, mane û got: “ Min nedizanîn ku mirov jiyana girtîgehê evqas xweş dikin. Ger li girtîgehê mirov jiyanê xweş bikin, ji xwe ew çar dîwar tiştekî îfade nakin.  Ji bo me cudahiya derve û hundir nemabû.

TEVLIBÛNA CENEZAYA UZUN SÛCE

Ozdermîr diyar kir ku, sûcdariyên di derbarê wî de gelek komîk in û got: “Ji min re dibêjin tevlî cenazeya Mehmet Uzun bûye.  Belê ez tevlî bûm. Ji vê jî serbilindim.  Ya duyemîn ez serokê Komîsyona Zarokan a ÎHD a Amedê me. Ez tevlî merasîma vekirina peykerê ji bo zarokên li Koşuyolu hatine hatibûn qetilkirin bûme. Ez bi vê têm sûcdarkirin.  Ez wek şopdarekî komleyê diçim wir. Bi vê têm sûcdarkirin. Bi çi sûcdar dikin bila bikin. Çi biêjin bila bêjin ezê bidomînim. Di encamê de em bi rastî ji mirovan hez dikim. Ez 4 salan ji van deran dûr ketim. Lê vê evîna min zêdetir kir. Ji ber ku tiştê me kir ne sûc bû.

Namûsa zanistê heye. Ger zanist tiştekî ispat bike divê heta dawiyê biparêze. Lê xwedî derkeve. Ji bo namûsa zanistê ez ji cihê mame dê bidomînim.