Êzidî çûn serdana buroya hilbijartinê ya PÇDK'ê

Êzidî çûn serdana buroya hilbijartinê ya PÇDK'ê

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên parlamenta Başûrê Kurdistanê de, heyetek ji Şengalê çû serdana buroya PÇDK'ê ya li Duhokê. Heyeta Şengalê ji aliyê namzetê PÇDK'ê yê Duhokê Dr. Kamûran Berwarî ve hat pêşwazîkirin.

Heyetek ji Kurdên Êzidî yên Şengalê, bi armanca destekdayîna Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) çû serdana buroya hilbijartinê ya li Dewra Hespa ya li Duhokê. Heyeta ji Serokê Komeleya Êzidiyan ya Tevgera Azadî û Demokratîk (TEVDA) Seîd Hesen Seîd, Omer Salih Îbrahîm, Nêrgiz Omer Salih, Çîmen Yûsûf Huseyîn, Hecî Suleyman Hecî, Reît Xelef Mûrad, Xelîl Abdo Hisên, Nesrîn Ehmed Emîr, Birco Mûrad Hetto, Hesen Heyder Mehmûd, ji aliyê namzetê PÇDK'ê yê Duhokê û endamê KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û berpirsyarê buroya hilbijartinê Îbrahîm Oremar ve hatin pêşwazî kir. Oremar di destpêka serdanê de bi xêrhatina heyeta Şengalê kir û ji bo piştgiriyê spas kir.

Namzetê PÇDK'ê yê Duhokê Dr. Kamûran Berwarî jî der barê xebatên xwe de agahî da û diyar kur ji ber gund bi gund, tax bi tax û mal bi mal digerin, ew gelek malbat, kes û saziyan ji nêz ve nas dikin.

LI SER SERÊ GELÊ KURD HÎNÊ FERMANA KOMKUJIYAN HEYE!

Dr. Berwarî bal kişand ser zor û zehmetiyên Kurdên Êzidî dijîn û got, "Li Kurdistanê mafên Kurdên Êzidî nehatine ewlekirin. Êzidî timî rastî qirkirinê hatine. Eger Kurdên Misliman du caran rastî qirkirinê hatibin, Kurdên Êzidî bi sedan caran rastî qirkirinê hatine. Gelê Kurd hînê jî di komkujiyan re derbas dibe."

Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku hewl tê dayîn gelê Kurd ê Êzidî ji hev cihê bikin û destnîşan kir ku polîtîkayên li ser Êzidiyan tê meşandin gelekî xetere ye. 

'SÎSTEMA KCK'Ê RÊYA YEKANE YA RIZGARIYA GELÊ KURD E'

Namzetê PÇDK'ê yê Duhokê Dr. Kamûran Berwarî da xuyakirin ku sîstema KCK'ê ya li Bakurê Kurdistanê destpê kiriye, Xweseriya Demokratîk û nêrîn û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alternatîfa yekane ya rizgariya gelê Kurd û got, "Êzidî gelek caran hatin talankirin. Talanî li ser erdnîgariya wan, ax û ola wan hat kirin. Em vê yekê şermerzar dikin. Divê di navbera civaka me de cihêkarî neyê kirin. Ez di wê baweriyê de em ku gelê me yê Êzidî gihaştine wê baweriyê ku ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê divê dengê xwe ragihînin cîhanê."

ŞENGAL BINGEHA KURDISTANÊ YE

Dr. Berwarî diyar kir ku biçûyîna parlamentê re ewê li ser madeya 140. rawestin û destnîşan kir ku bi taybetî ji bo qadên bi çûyîna Sedam Huseyîn re azad bûne, ew xwedî projeyên berfireh in. 

Berwarî di vê mijarê de wiha peyivî, "Axa Kurdistanê ya 56 sal in diyar e, ji sala 2003'an û vir ve kirine mijara nîqaşan, gelo ev der Kurdistane yan na? Weke namzetên PÇDK'ê emê tu carî destûrê nedin ku qadên azad bibin mijara gotûbêj û polîtîkayan. Bi taybetî emê destûrê nedin ku li ser Şengalê ev nîqaş bê kirin. Şengal ne tenê parçeyek ji Kurdistanê ye, Şengal bingeha Kurdistanê ye. Kurdistan beriya 5000 salan li Şengalê destpê dike. Şengal cih û warên Sumeriyan e. Hînê nayê zanîn ka beriya gelê Şengalê tu gel li Şengalê hebûn an na. Madeya 140 madeyeke ji bo xapandina Kurdan hatiye derxistine, lewma emê vê madeyê qebûl nekin."

'EMÊ PÊŞÎ LI VEGERA KEÇ Û XORTÊN ÊZIDÎ VEKIN'

Dr. Berwarî bal kişand ser koçberiya gelê Êzidî ji cih û warên xwe û bibîr xist ku beşeke mezin a civata Êzidî li Ewropayê dijîn û got, "Keç û xortên Êzidî li ser axa xwe najîn. Emê sîstemek welê ava bikin ku mirovên me yên li Ewropayê dê li axa xwe vegerin."

Serokê TEVDA'yê Seîd Hesen Seîd jî di axaftina xwe de anî ziman ku ji bo piştgirîdayîna PÇDK'ê ew hatine serdana wan û got, "Namzetên PÇDK'ê yên lîsteya 113'an dê bi felsefeya Rêber Apo bixebitin. Felsefe û îdeolojiya Rêber Apo nirx û hurmeteke gelekî mezin nîşanî hemû olan dide. Lewma em ji gelê xwe yê li herêma Behele û Xanki dijîn dixwazin, dengê xwe bidin lîsteya 113. a PÇDK'ê."