Êzidî ji bo vegerê garantiyê dixwazin
Êzidî ji bo vegerê garantiyê dixwazin
Êzidî ji bo vegerê garantiyê dixwazin
Kurdên Êzidî yên li dîasporayê dijîn ku pêvajoya çareseriya demokratîk a bi însiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bûn xwedî hêvî, ketin nava lêgerînên vegera li welat. Êzidiyên li Ewropayê ku di wê baweriyê de ne çand û bawerî di bin xeteriyê de ne, ji bo vegeriyê ewlekariyê dixwazin ku zext û êrîşên berê dûbare nebin.
Civata Êzidiyan a li Ewropayê dijîn, bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an re, ji bo vegera li welat ket nava tevgerê. Der heqê mijarê de berdevkê heyeta "Vegera li Welat" a gundê Kûscûkûrû Nedîm Erkîş ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku ji bo wan a girîng garantiya ewlekariyê ye.
HIN NEYÎNIYAN VEGER LAWAZ KIR
Erkîş da xuyakirin ku Êzidî ev demeke dirêje ji bo vegerê di nava hewldanan de ne û piştî sala 2000 gelek malbat vegeriyane gundên xwe û diyar kir ku ji ber hin pêkanînên neyînî û êrîşan, veger lawaz bûye.
Erkîş der barê mijarê de ev nirxandin kir: "Di dema vegerê de ji ber neyîniyan, koçberiya vegerê lawaz bû. Lê belê piştî ku Tirkiyê hin garantî da Yekitiya Ewropayê, veger ji nû ve ket rojevê. Dîsa Şaredariyên Êlih, Qûbîn, Sûr, Wêranşar çûn serdana Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKE) û malên Êzidiyan û piştî ku hin bawerî da wan, ji bo vegerê rewşeke erênî afirî. Her weha hin soz hatin dayîn ku cihên Êzidiyan ên hatine xerakirin, ji nû ve bê çêkirin. Dîsa Konferansa Navnetewî ya KCD'ê ji bo Êzidiyan organîze kir, moral û cesareteke mezin da. Ji bo motîvasyona vegerê, hin komîte û meclîs hatin avakirin. Pêwendiyeke erênî ya çapemeniyê heye. Lê dîsa jî ev hemû pêşhikmên li hemberî Êzidiyan û pirsgirêkan çareser nakin."
Erkîş da xuyakirin ku li gel şert û mercên neyînî jî Êzidî xwe ji bo vegerê birêxistin dike û got, "Mînak; li navçeya Midyadê ji bo ji nû ve çêkirina gundê Bacimê yê hatiye xerakirin, hewldanên huqûqî hatin kirin. Lê mînak, li Wêranşarê êrîşên li dijî Êzidiyan dewam dikin. Tê xwestin li gundê Baxçeçîk ê Êzidî lê dijîn, mizgeft were çêkirin. Gundên Bişêriyê hînê di bin dagirkeriyê de ne. Ev yek rê li ber rewşeke negatîf vedike."
GARANTIYÊN PÊWÎST ÊN JI BO VEGERÊ
Erkîş ji o vegerê ev temînat rêz kir: "Ji bo mirovên dixwazin vegerin, divê dewlet ewlekariya can û malên wan bike, gundên me yên hatine şewitandin ji nû ve bên çêkirin, her şêweyên zext û êrîşên li dijî Êzidiyan bên qedexekirin, xweza û waregehên me yên pîroz bên parastin, bi destûra bingehîn bên ewlekirin, der heqê gundên me yên hatine xerakirin de ji Êzidiyan nêrîn were girtin û projeyên taybet bên amadekirin, BDP, KCD, HDP, rêxistinên mafên mirovan û Şaredarî soza xwedîderketinê bidin Êzidiyan, çapemenî bi nêzîkatiyeke pozîtîf xwedî li Êzidiyan derkeve."
Erkîş da xuyakirin ku, bicihanîna van şert û mercan wê bandoreke erênî li vegera Êzidiyan bike.