Êzidî otonomiyê dixwazin!
Êzidî otonomiyê dixwazin!
Êzidî otonomiyê dixwazin!
Hevserokê FKÊ Alî Atalan diyar kir ku ji bo Êzidiyên li Şengal û Şêxanê otonomî nebe nabe û destnîşan kir ku eger statuyeke bi vî rengî neyê naskirin wê Şengal bi xeteriya valabûnê re rû bi rû bimîne. Atalan hişyarî da û got, "Ev yek jî tê wateya tinebûna Êzidiyatiyê."
Federasyona Komeleyên Êzidiyan ên li Ewropayê (FKÊ) bi heyeteke ji 8 kesan, di serî de li Şengalê Êzidiyên li komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê hatine, ziyaret kir.
Ji berdevkên heyetê Hevserokê FKÊ Alî Atalan der barê serdana xwe û rewşa Êzidiyan de ji ANF'ê re axivî.
Hûn çûn kampên Êzidiyên ji Şengalê. Hûn li çi rast hatin?
Weke Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) ji bo rewşa qewimiye û diqewime li cih lêkolîn bikin, me heta niha gelek heyet şandin. Herî dawî bi heyeteke ji 8 kesan me li gelemperiya Kurdistanê lêkolîn kirin. Destpêkê em çûn serdana hemû kampên li Êlih, Wêranşar û Mêrdînê. Bi yên li wir re em rûniştin, me civîn lidar xistin. Ji bo bersivdayîna pêwîstiyên mirovan, me nîqaş meşandin.
Encameke çawa ket destê we?
Ji bo Şengaliyên vê gavê li kampane, me hin rêze biryar stendin. Ji bo vê jî me komîsyon ava kirin. Ev komîsyon, wê ji bo tespîtkirina pêwîstiyên li kampan hin xebatan bimeşînin. Ev komîsyon wê der heqê 60 gundên Êzidî yên li Bakurê Kurdistanê ji bo ji Êzidiyên Şengalê re bên amadekirin, xebatan bimeşîne.
Xebatên şaredarî û saziyên li herêmê di kîjan astê de ye?
Li cihê HDP lê desthilatdar e, rêveberiyên herêmî, parlamenter, hemû sazî û gel seferber bûye. Eleqeyeke mezin heye. Tevî ku ev komkujiya bi serê Êzidiyan de hatiye fermana 73. jî, ya dilê mirovan rehet dike, nîşandana hestê biratiyê yê gelê me û hebûna vîneke xurt a siyasî li pişt vê ye. Bêguman li vir jî pirsgirêkên cidî hene. Hînê koç dewam dike. Ji bo vê jî divê hîn bêtir xebateke bi rêk û pêk bê meşandi Ev kêm in. Lê ji bo çareserkirina van kêmasiyan hewldan û daxwazeke mezin heye. Ev cihê kêfxweşiyê ye, hêviyê dide mirovan.
Rewşa li Başûrê Kurdistanê çawa ye?
Li hin cihên Başûrê Kurdistanê niha bi sed hezaran Êzidî hene. Helwest û siyaseta rêveberiyê ya li ser koçberên Êzidî bir astî jî nayê fêmkirin û nayê qebûlkirin. Mirovên li wir li çiyê, li zikakan, li naverastê bi tena serê xwe hatine hiştin. Zarok li naverastê radizên. Rewşeke bi vî rengî heye. Ev yek mirovan gelekî diêşîne. Lê belê li Rojava, tevî ewçend kêmaniya derfetan jî, di çarçoveya sîstemekê de xebat tên meşandin. Tevî ambargo û derfetên kêm jî li bajarê Dêrikê yê li Kantona Cizîrê wargeheke mezin a ji konan hatiye çêkirin. Hewl tê dayîn alîkarî ji Êzidiyên hatine wê derê re bê dayîn. Her tişt di çarçoveya sîstemekê de tê meşandin.
Konên li van kampan, bi kêrî mercên zivistanê tên?
Kampên li Rojava û Bakurê Kurdistanê bi derfetên kêm ên rêveberiyên herêmî hatine avakirin. Binesaziya xwe kêm e. Li gorî mercên zivistanê nîne. Lê belê ji bo vê amadekarî tên kirin. Niha pêwîstî bi konên li gorî mercên zivistanê heye.
We li Şengalê bi kê re hevdîtin kirin? Rewşa niha ya li wir çi ye?
Em ji Rojava derbasî Şengalê bûn. Tevî ku rewşa ewlekariyê gelekî bi rîsk bû jî, me xwest weke federasyonê peyamekê bidin. Tevî her tiştî jî divê berê me li Şengalê be. Berdêla wê çi dibe bila bibe divê Şengal bê parastin û azadkirin. Me hewl da vê peyamê bidin hevalên li wir xwe birêxistin dikin û li ber xwe didin, mirovên xwe yên hînê li çiyê ne û tevahiya gelê xwe. Me li wir bi tevgera TEVDA, Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û rûspiyên gelê herêmî yê li wir re hevdîtin kirin. Me li pirsgirêkan guhdarî kirin û li ser çareseriyê nîqaş meşandin.
Li Şengal û derdora wê çiqas Êzidî hatin qetilkirin?
Der dora 5 hezar Êzidî hatin qetilkirin û bi qasî vê hejmarê, tê texmînkirin ku windahî hene.
Niha li Şengalê Êzidî hene?
Berê li Şengalê derdora 600 hezar Êzidî dijiyan. Niha ev hejmar derdora 20 hezarî ye. Beşa din neçar ma koçî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike. Li Rojava 50 hezar, li bakur 40 hezar û li Başûrê Kurdistanê jî 500 hezar kes hene.
Li Şengalê cih hene ku rêxistina terorê DAIŞ lê serdest e?
Navenda Şengalê û çend gund hînê di destê çeteyan de ne.
Daxwaza Êzidiyan ji rêxistinên Kurdan çiye?
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê nekarî Êzidiyan biparêze. Jiyana wan ewle nekir. Ev yek bi êrîşa rêxistina terorê ya DAIŞ'ê re bi zelalî derket holê. Êzidî hatin qirkirin. Bi sed hezaran ji cih û warê xwe bûn û ketin ser rê. Eger YPG nebûya, ev qirkirin û trajedî wê mezintir bibûya. Jİ ber ku YPG'ê jiyana bi sed hezaran Êzidiyan rizgar kir. Ew gihandin herêmên ewle.
Tişta ku niha Êzidî dixwazin, ji bo rizgariya Şengalê têkoşîna hevpar e. Piştî vê rizgariyê, em ji bo Êzidiyên li Şengalê otonomiyê dixwazin. Divê ev statuya tê xwestin, ji aliyê tevgerên siyasî yên Kurd ve bê ewlekirin. Pêwîste protokolek ji niha ve bê îmzekirin. KCK, PDK, YNK û rûspiyên Êzidiyan dikarin vê îmze bikin.
We ji bo Êzidiyan behsa sîstemeke otonom kirin, hûn dikarin naveroka vê hinekî vekin?
Li Rojava û li cîhanê gelek mînakên vê yên berçav hene. Ev hemû nîşan didin ku rêveberiya herêmî ya demokratîk, xwe birêvebirin, avakirina sîstema xwe ya ewlekarî û aboriyê çiqasî rast e û pêkan e. Qirkirina dawî jî tiştekî bi vî rengî ferz dike. Êzidî êdî naxwazin bê statu bijîn. Ji bo vê yekê jî pêwîste xweseriya demokratîk bi lezgînî li cihên Êzidî lê dijîn li Şengal û Şêxan bê bicihanîn.
Eger tiştekî bi vî rengî nekeve meriyetê?
Ev neyê kirin, Êzidî wê qanih nebin ku li xaka xwe vegerin. Cihê pîroz ê Êzidiyan Şengal wê veguhere herêmê bê Êzidiyan. Ji ber vê yekê, eger bi rastî jî weke ku tê gotin Êzidî rewşa herî orjînal û otantîk a gelê Kurd temsîl dike ku bi vî rengî ye, hingî pêwîste xwedî lê bê derketin û weke wezîfeyeke neteweyî bên parastin.
Tê gotin ku 'Êzidî dixwazin werin Ewropayê'. Ev çiqasî rast e?
Yên dixwazin werin Ewropayê dibêjin ku hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê xeyalên wan şikandiye. Ev derdora bawer nakin ku ji Êzidiyan re statuyek bê dayîn. Di wê baweriyê de ne ku êdî jiyanek bi Erebên Sunnî yên li herêma wan re, nabe. Lewma dixwazin werin Ewroayê. Eger merc bên guhertin, wê ev mirov li xaka xwe bimînin.
Niha li gelemperiya cîhanê hejmara civata Êzidî çiqas e. Di destê we de statîstîkek heye?
Li gorî hejmarên ne fermî 1 Mîlyon 100 hezar Êzidî hene. Bêguman ev hejmareke texmînî ye.
Li Ewropayê çiqas Êzidî dijîn. Ev bi giranî li ku dijîn?
Li Ewropayê di navbera 120 û 150 hezarî de Êzidî dijîn. Ji her çar parçeyan û ji Kafkasyayê Êzidî hene. Li Elmanyayê zêdeyî 100 hezar Êzidî dijîn. Li welatên din ên Ewropayê jî dijîn.