Êzidiyên li Zaxo di înşeatan de dimînin

Êzidiyên li Zaxo di înşeatan de dimînin

Şengaliyên ku piştî DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxê de êrîşî Şengalê kir neçar man koçî bajarên Başûrê Kurdistanê bikin, di nav şert û mercên giran de jiyana xwe dewam dikin. Koçber li înşeatên li Zaxoyê dimînin.

Li dû êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê bi deh hezaran Êzidî neçar man ji cih û warên xwe koç bikin. Ji bilî Bakur û Rojavayê Kurdistanê beşek ji Êzidiyan hatin bajarên Başûrê Kurdistanê, lê belê li gel nêzbûna zivistanê jî hînê di înşeatan de dimînin.

Piştî êrîşa li hemberî Şengalê, di serî de Ewropa gelek dewletan û saziyên alîkariyê yên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî, ji bo koçberan bicih bike alîkarî dabûn Hikûmeta Başûrê Kurdistanê.

Der heqê rêjeya alîkarî û bikaranîna wan a ji bo koçberan de daxuyaniyeke fermî heta niha nehatiye dayîn. Lê belê koçberên Êzidî yên xwe li Zaxoyê girtine hînê di înşeatan û dibistanan de dijîn.

Ji Êzidiyên li înşeatê dimîne Muhbet Reş dibêje, "Em ji mirinê xilas bûn, çavên me dibîne em dibêjin qey em dijîn. Gelo ev jiyan e?"

Şengaliyê bi navê Xeyrî jî got, "Di demeke nêz de wê dibistan vebin û wê me hemûyan ji dibistanan derxînin. Rewşa yên li înşeatan dijîn jî perîşanî ye." Xeyrî bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir û got, "Gotibûn wê ji bo koçberan kampan çêbikin, lê hînê nehatin çêkirin. Qet nebe, heta rizgarkirina Şengalê ji me re kampan çêbikin, dûre em ê vegerin."

Hatibû ragihandin ku bi hevkariya AFAD'ê wê li Zaxoyê kampek ji bo 16 hezar kesî bê çêkirin.