Êzidiyên Qûbînê axa xwe ji nû ve bi dest xistin

Êzidiyên Qûbînê axa xwe ji nû ve bi dest xistin

Gelek malbatên êzîdî ku di sala 1992'an de bi temamî ji gundê Kelhok a girêdayê navçeya Qubînê koçberê elmanyayê hatin kirin, gundê xwe yên "emanetê" eşîrekî kiribûn ji bo careke din îadê wan bê kirin doz hatibû vekirin, di danîşînê de biryara erdê êzîdiyan bidin wan hate dan. 

Gelek malbatên êzîdî ku di sala 1992'an de bi temamî ji gundê Kelhok a girêdayê navçeya Qubînê koçberê Almanyayê hatin kirin, gundê xwe yên "emanetê" eşîrekî kiribûn ji ber careke din gundê wan nadin wan 5'emîn danîşîna doz li 2'emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê ya Êlihê kiribûn hate dîtin. Di danîşînê de welatiyên êzîdî, BDP, HDP, MAZLUMDER, ÎHD û endamên komîsyona ku ji endamên Baroya Êlihê pêk tê, parêzerên doz vekirine, dozdar, Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel û gelek kes amade bûn. Piştî danîşînê heyeta dadgehê, biryar da ku erdên tapûkirî yên êzîdiyan bidin hemwelatiyên êzîdî.