Li gorî nûçeya heftenameya Alman Die Zeit malperên parvekirina civakî Google û Facebook di bin navê “azadiya agahiyan” de li hemberî cîhanê sansureke mezin tê pêkanîn. Rojnameyê nivîsand ku her du malperên mezin ên internet agahiyên tên erêkirin servîs dikin û li seranserê cîhanê li hemberî gelek bûyerên krîtîk rola sê meymûnan dileyîzin.
Beriya 2 hezar salan mezintirîn navenda girtina agahî û zanyariyan pirtûkxaneya Îskenderiyeyê û hejmareke pêk a mirovan dikarî xwe bigihînin vê pirtûkxaneyê.Tê diyarkirin ku divê pirtûkxaneyê de 150 hezar pirtûkên destnivîs di vê pirtûkxaneyê de şewitîn û bûn xwelî.Li gorî hin zanyar û dîroknasan bîra cîhanê jî vala bûye. Lê îro ji bo mirov xwe bihîne hemû agahiyan, tenê pê li hin tûşên komputerê dikin bes e.
Gelo ev agahiyên bi vî awayî tên bidestxistin çi qas rast in? Beriya bigihe ber destê we, di çend parzingan de tên parzandin? Heftenameya navdar a Alman Die Welt bersiv da van pirsan û rewşa înternetê li cîhanê lêkolîn kir. Rojnameyê bi manşeta “Facebook û Google cîhanê çawa sansur dikin?” nûçe weşand û bal kişand ku sansurên li ser înternetê ne li xema tu kesî ye.
'ŞEFÊN NÛ YÊN CÎHANÊ'
Rojnameyê nivîsand ku Apple, Facebook, Google û Amazon niha li ser înternetê serwer in û van şîrketan weke “Şefên nû yên cîhanê” bi nav kir. Ji sedî 80’yê danûstandina agahiyên cîhanê bi rêya van her çar malperan tê kirin.
Lê rojnameyê diyar kir ku ev “her çar şefên cîhanê yên nû” li gorî dilê xwe agahiyan belav dikin û hewl didin nêrîn û ramanên karhênerên li hemû cîhanê biguherînin. Rojnameyê nivîsand ku bi taybet malpera Google bi rejîmên zextan dikin re hevkariyê dike û ji bo vê hevkariyê ev mînak da:
ÇÎN: Peyva Falun Gong a ku li Çînê nave tevgerek baweriyê ya qedexekirî ye, bi daxwaza hikûmeta Çînê, bi milyonan malperên di Google de tê veşartin.
TAYLAND: YouTube ya girêdayî Google vîdeoyên çêr û dijûn ji qiralê Taylandê re tê kirin jê dibe.
TIRKIYE: Bi gihiştina bi sedan vîdeoyên rexne û heqaretê li Ataturk dikin li vî welatî hatine astengkirin.
BREZÎLYA: Malpera parvekirina civakî ya bi navê Orkut a Google, hesabên çalakên siyasî betal dike.
HINDISTAN: Google, ji ber zextên hikûmetê neçar ma ku bi sedan vîdeyonên ji aliyê muxalîfan ve hatibûn barkirin jê bibe.
ALMANYA: Google neçar ma bi biryara dadgehê 898 blog û forman bigire.
ÎTALYA: Polîs, ji bo jêbirina vîdeoyek ku têde rexne li Serokwezîrê berê Silvio Berlusconi dike, zextan li Google kir.
DYA: Yekîneyên polîsan, ji bo jêbirina vîdeoyên dîmenên tundiya polîsan a li hemberî xwepêşandêran pk tînin, gelek zext li Googleyê dikin.
KANEDA: Xwest ku vîdeoya dema polîs bi ser pasaporta welatiyek Kanedayî de dimîstin, were jêbirin. Lê heta niha ev daxwaz ji aliyê Google ve nehatiye qebûlkirin.