Rêxistina FARC’ê (Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) a li Kolombiyayê têdikoşe, ji bo hevdîtinên aşitiyê amadekariya ragihandina agirbestê xwe amade dike.
Ji pêşengên FARC’ê Mauricio Jaramillo di daxuyaniya li Havanayê da de ragihand ku ew ê di rojên pêş de agirbest rabigihînin û rûnin ser maseya aşitiyê.
Lê rayedarê FARC’ê der barê şert û mercên agirbestê de tu agahî neda, lê hate zanîn ku dê hevdîtin di 8’ê Cotmehê de li Osloyê dest pê bikin.
Nêzî 50 salan e Farc li hemberî dewleta Kolombiyayê têdikoşe û Santos hukûmeta serokdewletê wê demê Andres Pastrana destnîşan kir û got; “Hukûmeta me ji hukûmetên berê dest girtiye. Pastrana di peyaman di sala 1998’ê de bi Farcê re mor kir, herêma başûrê rojhilatê welat a ku bi qasî Swîsreyê mezin e ji Farcê re hiştibû.
Ev herêm ji bo artêşa Kolombiyayê hatibû qedexekirin û gerîlayên Farcê li vir perwerde didîtin û xwe bi rêxistin dikirin. Piştî ku hevdîtinên aşitiyê di sala 2002 de bi dawî bûn, Pastrana xwestibû Farc ji herêmêl derbiekve û lê heta niha jî beşek mezin a vê herêmê mîna keleha rêxistinê ye.
Serokdewlet da zanîn ku dê operasyon berdewam bikin û got; “Dê li her santîmetreyek a axa welêt leşker bi cih bibin. Di tebaxa borî de, Alfonso Cano yê rêbertiya rêxistinê dikir dabû diyarkirin ku ew ji muzakereyan re amade ne.
Serokdwelet Manuel Santos ku beriya du salan bû serokdewlet, destnîşan kiribû ku ew ji hevdîtinan re amade ye û ev helwesta Santos, li rastî nerazîbûnên serokdewletê beriya wî Alvaro Uribe hatibû. Farcê jî di meha adarê de ji rêxistinên sivîl re nameyek û da zanîn ku ew ji hevdîtinê re amade ne.
Piştî ku Alfonso Cano di êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da, rêberê nû yê Farcê Tîmoşenko weke rêberê nû dabû diyarkirin ku ew ji hevdîtinan re amade ne.
FARC ji sala 1964’an û vir ve li Kolombiyayê têkoşîna jiyanek sosyalîst dide meşandihn. Hikûmeta Kolombiyayê bi hevkariya Amerîkayê hima him li dijî FARC-EP’a ku 18 hezar gerîlayên wê yên çekdar hene, operasyonan li dar dixe.