Fedakariyên ku bêbersiv dimînin
Fedakariyên ku bêbersiv dimînin
Fedakariyên ku bêbersiv dimînin
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku AKP bi pakêt û helwesta xwe re rewşa bêçalakiyê û pêvajo bêwate hiştiye û got, "Di deklarasyona Tevgera Azadiya Kurd de diyar dibe ku êdî pêvajo bi awayekî yekalî nameşe û gavên hatine avêt bê encam mane. Muzakereya ku çavdêrê bêalî û yê sêyemîn êdî şert e; divê şert û mercên vê yekê bên afirandin."
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê heftê ya li rojnameya Azadiya Welat de bal kişand ser rewşa heyî ya pêvajoyê û destnîşan kir ku hikûmeta AKP û dewleta Tirk bi pakêta aşkera kir û nêzîkatiya nîşan dide re hem rewşa bêçalakiyê bê wate hiştine, hem jî pêvajo têk birine.
Bayik ji bo dewama pêvajoyê; xalên deklarasyona KCK'ê û muzakereya bi çavdêriya aliyekî sêyemîn destnîşan kir û ev nirxandin kir:
"Hikûmeta AKP’ê bi awayekî rast nêzîkî pêngava demokratîkbûyînê û jiyana azad ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin nebûye. Wekî ku pêvajoyek bi vî rengî ji hêla Rêberê Gelê Kurd ve nehatiye destpêkirin tevdigere. Derfeta ku Rêber Apo serbest tevbigire û rola xwe ya di vê pêvajoyê de bilîze nehatiye dayîn. Hê jî wekî ku girtiyekî cezayê wî giran e nêzîkî Rêber Apo dibin, pêvajoyê bi awayekî ne rast bi kar tînin û wekî amûrê hilbijartinê nêzîkî pêvajoyê dibin.
Rêberê Gelê Kurd ev 20 sal in ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkirina Tirkiyeyê têdikoşe û berpirsyariya dîrokî daye ser milên xwe. Fedakariya ku Rêber Apo kiriye heta niha li cîhanê tu hêzên siyasî nekirine. Ji bo rawestandina şerê dijwar ê di sala 2012’an de banga bêçalakiyê li gerîlayan kir. Ev yek bes nedît, ji bo dewleta tirk bikşîne nava çareseriyê gotiye ku gerîlya dikarin derkevin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Gerîlayan jî li ser vê bangê dest bi vekîşînê kirin. Li gorî lihevkirina li Îmraliyê piştî bêçalakîtiyê û nîşan dayîna bi vîna vekîşînê re divê dewleta tirk jî gavên hiqûqî û qanûnî biavêta, lê di vî alî de tu gav neavêt. Bi tenê li gavên ku ji hêla Tevgera Azadiya Kurd bi yekalî hatin avêtin temaşe kir.
'HIKÛMETA AKP'Ê XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERNEKETIYE'
Gavek qanûnî ya ku pêvajoya çareseriyê bişopîne jî neavêtiye. Ev yek tenê nîşan dide ku bi awayekî cidî nêzîkî pêvajoya dîrokî ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin nebûye. Hikûmeta AKP’ê û dewlet xwedî li vê pêvajoyê derneketine. Gotine ku em her tiştî veşartî bikin, di aliyê hiqûqî û qanûnî de sererastkirinekê çênekin, hûn bêyî ku tiştekî bixwazin dest ji vê têkoşînê berdin û bila bi vî awayî bi encam bibe. Bi rastî wekî ku tu wateyê nadin vê têkoşîna 40 salan, têkoşînek bi vî rengî nehatiye meşandin an jî belasebeb têkoşiyane nêzîkî pêvajoyê dibin. Gelê kurd û tirk girîngiyê didin vê pêvajoyê û li benda bi encambûna wê ne, AKP dest ji polîtîkayên mijûlkirinê bernedaye. Bi vî awayî xwe wekî konê herî mezin dibîne û her kesî jî wekî ku tu tiştekî nizanin dibîne.
'AKP Û DEWLETA TIRK SEBRA TEVGERA AZADIYÊ ANIYE RADEYA HERÎ DAWÎ'
Hikûmeta AKP’ê ev derfeta dîrokî ya ku Rêberê Gelê Kurd pêşkêşî wan kiriye bi awayekî erênî bi kar neaniye. Tu nirxek ne daye bêçalakîtiyê û ne jî vekişînê. Wekî ku tu berdêla van gavan tune ye bi xemsarî tevgeriyaye. Ligel vê nêzîkatiya ji rêzê vekişîna gerîla jî bêwate bûye. Tevgera Azadiya Kurd li hemberî vê yekê vekişîna gerîlayan da rawestandin û bêçalakîtiyê jî ji bo gav bên avêtin berdewam kiriye. Bi aşkerakirina vê pakêtê û helwesta ku nîşan didin di rastiya xwe de bêçalakîtiyê jî bêwate dikin. Ger ku heta niha bêçalakîtî bi dawî nebûye, ev ji ber sebr û helwdana Tevgera Azadiya Kurd diqewime. Lê belê hikûmeta AKP’ê û dewleta tirk bi vê helwest û biryara xwe sebra Tevgera Azadiya Kurd aniya radeya herî dawî.
Rêbertiyê ji bo çareseriyê gavên mezin avêtiye. Lê belê ji mehekê carekê hevdîtina bi BDP’iyan pêvtir destûr nedaye hevdîtinên din. Ne bi rêxistina xwe re, ne bi hêzên gerîla ku ev gava mezin avêtine, ne jî bi nûnerên gelê kurd û tirk re hevdîtin pêk neaniye. Wekî ku yê ev pêvajo daye destpêkirin û aktorê diyalog û muzakereyê nêzîkî Rêber Apo nebûne. Bi tenê mijûlkirin wekî amûrekê bi kar anîne.
'AKP BI NÊZÎKATIYÊN XWE RE PÊVAJO TÊK BIRIYE'
Rêberê Gelê Kurd bi xwe dibêje ku bi vî awayî nêzîk dibin. Piştî ku Rêber Apo ev gotin got şûnde li holê tu pêvajo nemaye. Ji ber ku hikûmeta AKP’ê bi vê nêzîkatiya xwe ya li hemberî Rêber Apo û gavên ku Tevgera Azadiya Kurd avêtine ji nedîtî ve tê, bi awayekî aşkera bûye aliyê ku pêvajo têk biriye.
Tevgera Azadiya Kurd deklarasyona ku vê pêvajoyê dinirxîne weşand. Di deklarasyonê de aliyê ku êdî vê pêvajoyê bimeşîne nemaye û gavên ku ji hêla Tevgera Azadiya Kurd ve hatine avêtin bê encam mane cîh girtin.
'MUZAKEREYA BI ÇAVDÊRÊ SÊYEMÎN ÊDÎ ŞERT E'
Wateya vê yekê ji niha û şûnde êdî nêzîkatiyek yekalî çênabe ye. Em pê nizanin ku AKP dê vê yekê fêm bike an jî fêm neke. Lê bi awayekî vekirî derketiye holê ku pêvajo di vê rewşê de ye.
Muzakereya ku çavdêrê bêalî û yê sêyemîn êdî şert e; divê şert û mercên vê yekê bên afirandin. Divê Rêber Apo xwedî derfetên ku karibe muzakereyan bi rê ve bibe û serbest tevbigere. Di serî de bi rêxistina xwe re û bi her kesên ku têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd in re hevdîtinan pêk bîne. Derketiye holê ku ev yek ne bi awayekî veşartî, bi gavavêtina di aliyên hiqûqî û qanûnî de fermîkirina rewş û xebatan pêkan e."