Felakedîn Kakeyî: Hevdîtin bi saya Ocalan pêk tê
Felakedîn Kakeyî: Hevdîtin bi saya Ocalan pêk tê
Felakedîn Kakeyî: Hevdîtin bi saya Ocalan pêk tê
AMED
Nivîskar û Siyasetmedar Felakedîn Kakeyî ku di roportaja xwe ya daye rojnameya Azadiya Welat de destnîşan dike ku, hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin bi saya berxwedana Ocalan û gelê kurd e pêk hatiye.
Felakedîn Kakeyî di axaftina xwe de baldikişîne ser girîngiya hevdîtinên ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tên û wiha nirxand: “Ev hevdîtinên li Îmraliyê ligel Ocalan tên kirin divê 15 sal berê bihata kirin. Ev hevdîtin dereng mane. Ez jî dibînim ku hevdîtin tên kirin lê divê ku ev hevdîtin veguherin dijyalogê. Ji ber ev maf e û hiqûqî ye jî. Li her derê cîhanê dewlet berpirsê vê yekê ye, divê ew diyalog û muzakereyan bidin destpêkirin. Ji bo wê jî diyalog pir girîng e.”
Kakeyî diyar kir ku, ev 15 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de dijî û wiha axivî: “Girtîgeh nayê wê wateyê ku mirov di nava çar dîwaran de bên girtin dema ku gelê mirov ji aliyê desthilatdaran ve hatibe bindestkirin wê demê mirov di girtîgehê de ye. Gelê Kurd êdî bi berxwedan û têkoşîna xwe tu rê ji dewletê re nehişt û dewletê mecbûr kir ku ligel heval Ocalan hevdîtinê bikin. Di heman demê de jî heval Ocalan li Îmraliyê berxwedanek pir mezin daye meşandin. Ez hêvîdar im ku destpêkê diyalog û aştî pêş bikeve. Ji ber ku ji bo kurdan a herî girîng aştiye. Dewlet her tim hewl dide ku bibêje Kurd jî aştiyê naxwazin. Ger ku Tirkiye carekê aştiyê bixwaze divê Kurd du caran bixwazin ji ber ku Kurd gelekî aştîxwaz in.”
TEVGERA KURD DOZA 40 MILYON KURDÎ DIKE
Kakeyî da zanîn ku, li hemberî hemû êrîşan jî gelek destkeftiyên kurdan hene û wiha got: “Niha li Amedê rojnameyekî Kurdî heye gelo ez carna dibêjim ev xewn e. Ger ku ez xwedî maf bim heqê min heye ez aştiyê bixwazim. Xebat jiyan e. Aştî jî jiyan e. Pirsgirêka kurdan aştî ye. Ji ber ku Kurd tu caran şer naxwazin ji bo wê dewlet aciz dibe. Hemû hewldana gelê Kurd ji bo aştiyek bi rûmet e. Lê dewlet vê yekê fêm nake. Wekî ku dibêje gelê Kurd şer dixwaze. Ez hêvî dikim ku dê aştî bi berxwedana heval Ocalan û gelê Kurd pêk were. Her çiqas dewlet ji têkoşîna ku 34 sal e didome re dibêje ‘terorîst’ lê êdî divê ku wisa nebêje. Ji ber ku Tevgera Kurd doza terorê nake, doza 40 milyon kurdan dike.”
XURTKIRINA TEKOŞÎNÊ
Kakeyî bal kişand ser destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê û wiha pêde çû: “Tu caran li ser xaka Kurdistanê şer nerawestiya ye. Yanî li ser xaka Kurdistanê her tim serhildan hebû. Ev ne tiştekî nû ye. Her tim hêzên dagirker ji bo ku xaka Kurdistanê ji destê gelê kurd derbixin êrîş kirine û xaka Kurdistanê dagir kirine. Li hemberî van êrîşan dîsa kurdan li ser xaka xwe hebûna xwe parastine. Lê belê tiştek wisa jî heye ku tu kes nikare raperînê rawestîne. Ji bo wê jî dema ku mirov li dîrokê dinêre dibîne ku yekemîn raperîn piştî ola îslamê 25 salan pêk hat. Ev raperîna di destpêkê de li Kurdistanê çêbû yanî li Amedê. Piştre li Musil, Silêmanî, Kirmanşah û Mahabadê çêbûn. Ev tam hezar û 400 sal in li Kurdistanê şer û şoreş hene.”
NIŞTECIHÊN KEVNAR
Kakeyî bi lêv kir ku, ev dagirker ji tirsan li hemberî kurdan radibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin bi tirsa xwe kurdan jî bitirsînin û bigihîjin armanca xwe. Li Rojhilata Navîn bi cih bibin. Ma çima xaka me be û em li ser xaka xwe mexdûr bibin? Ji bo wê divê kurd azadiyê xwe xurt bikin, ji ber ku ew ji me ditirsin. Vê yekê hem Alman dibêjin hem jî Îngilîz dibêjin, Kurd niştecihên herî kevin ên Rojhilata Navîn in. Divê ji bo nirxên xwe têbikoşin û biparêzin. Divê tu caran nebin amûrên şer.”
JI BO AZADÎ Û YEKITIYÊ
Kakeyî wiha berdewam kir: “Divê ji bo yekitiyê xebatek mezin bê kirin. Ji ber ku em çiqas xebat bikin em ê ewqas bikarin bi ser bikevin û yekitiya xwe jî saz bikin. Her wiha divê em bi lez kar nekin bila wext bigire lê belê bila bingeha wê bê dagirtin. Divê mirova her tim li hemberî dijmin xwedî hêz û moral be ku tu caran firset nede tunekirinê li ser mirov bide ferzkirin. Divê em tu caran nebêjin em westiyane divê em bi şev û roj bixebitîn ji bo azadî û yekitiyê. Xebat jiyan e. Ez dikarim bêjim ku her çiqasî di van 40 salên têkoşînê de gelê Kurd zorî, zehmetî û bedel dabe jî niha li çar parçeyan gihîştiye asta zanebûn û pêşketinê û esmanê kurdan sahî bûye. Her çiqas dewlet bêje ez aştiyê qebûl nakim, lê beramberî wî bêje ez aştiyê dixwazim wê demê dewlet mecbûr e aştiyê pêk bîne. Siyaseta hemû dewletan wekî hev e.”
YEKITIYA NETEWEYÎ NÊZÎ AZADIYÊ YE
Siyasetmedar Felakedîn Kakeyî bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û wiha got: “Mînak li Amedê konferansa ciwanan, konferansa jinan pêk hatine û û malovaniya gelek konferansên din jî kiriye. Ev hemû nîşaneyên yekitiya kurdan in. Di heman demê de li Hewlêrê jî konferansa jinan pêk hat. Divê ku em bi xwe daxwaza yekitiya neteweyî bikin. Gelê Kurd çendî yekitiya xwe ya neteweyî ava bike, dê ewqas nêzî azadiyê bibin û li her çar parçeyan azad bin. Ev bi salan e gelê Kurd behsa yekitiyê dike lê divê ku Kurd ji bo vê yekê azad û amade bin. Daxwaza gelê Kurd a ji bo yekitiyê pir daxwazek kevin e yanî bi salan e ev yek tê xwestin. Divê em ji bo vê yekê têbikoşîn. Mînak ev hevdîtina ku li gel heval Ocalan tê kirin nîşaneyek girîng e ji bo gelê Kurd.”