Felek Encu: Heta mirinê destên min li sînga wan e!

Felek Encu: Heta mirinê destên min li sînga wan e!

Yek ji 34 canên di komkujiya Roboskî de mir Erkan Encu yê 13 salî bû. Wê rojê, ji bo qestê kompûtera diya wî jê re kirî bû bide, ketibû ser rê. Diya wî nehişt, lê ji diya xwe re got, "destûrê bide, bila ev cara dawî be." Bi rûkenî ji derî derketibû, ku careke din vegere. Dayik Felek Encu dibêje, 'Roja kurê min hat qetilkirin, ez mirim" û ji ANF'ê re behsa du salên xwe yên bi êş kir.

Felek Encu ku ji bo hesabê kurê xwe bipirse li her derî da dibêje, heta ku kujerên 34 canên ji aliyê F-16'an ve hatin qetilkirin bên dîtin û cezakirin, dê kiryar û berpirsyar Serokwezîr Erdogan, Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Necdet Ozel û Serokkomar Abdullah Gul be. Felek Encu ku li ser vexwendiya Meclîsa Aştiyê ya ji bo bîranîna Roboskî hat Stenbolê, wêneyekî bedenê kurê xwe Erkan Encu yê li ser berfê li betaniyê hatibû pêçandin nîşan da û dibêje "Ev bedenê kurê min ê bê can e". Encu pirsa "Gelo kurê Serokwezîr li ser berfê, bi pêlava lastîkî diçe li nan digere?" pirsî û got, "Heta mirinê destên min li sînga wan e."

WÎ KUMÊ SERSALÊ QET NEDA SERÊ XWE

Dem; 28'ê Kanûna 2011'an. Erkan Encu yê hînê 13 salî bû, mamosteyê wî jê xwestibû beriya sersalê kumê serxalê çê bike, wî jî nû qedandibû. Dayika wî jê xwestibû neçe, lê wî ji diya xwe re gotibû 'destûrê bide bila ev cara dawî be.' Ji bo Erkan bi rastî jî ev bû cara dawî. Bi bombeyên F-16'an re bedenê wî yê biçûk parçe bû. Li dû xwe jî dayikek bi çavgirî û kumê sersalê yê bi heweseke mezin çê kiribû, hişt. Dayik Felek Encu dibêje "Ne karîbû kum li serê xwe bike ne jî bibe dibistanê" û wêneyê kurê xwe datîne ser sînga xwe.

DAYÊ DESTÛRÊ BIDE EZ 50 TL QEZENÇ BIKIM

Erkan kurê herî mezin ê ji 5 zarokên Felek Encu ye. Bi êşeke mezin behsa wê kêliya dawî ya kurê xwe dît, dike:

"Kurê min kumê sersalê yê ji kartonê amade kiribû danî ser maseya televîzyonê û beriya derkeve got, 'Dayê min meraq neke'. Ji xwe qet nediçû, çûyîna wî ya cara duyemîn bû. Kompûterek xwestibû, min jê re kirîbûm. Ji ber me bi zorê debara xwe dikirin, wî xwest ku qestên wê bi xwe bide. Min jê re got, 'kurê min neçe' wî jî got, 'dayê ev wê cara dawî be, destûrê bide. Ez 50 TL qezenç bikim, ezê qestê kompûterê bidim.' Wî ew kompûter jî bi têr bikar neanî. Bi wî rengî çû kurê min. Lê ewçend li ber min geriya, min nekarî tiştek bigota. Berf bû, zivistan bû, ji ber wê min nedihişt ew biçûya; naxwe qet nedihat bîra min ku leşkerê wî qetil bike. Ji ber leşkeriya li wê derê ji xwe em hemû, zarokên me nas dikir. Dizanîbûn ku xizmên me diçin kar û tên.

JI XWE EZ WÊ ROJÊ MIRIM…

Bû êvar. Hevjînê min li gel cîranan bû. Dema derketim derve, maşînên leşkerî derbas dibûn. Ji nişka ve tirs ket dilê min. Min got, gelo wê dîsa sînor bigirin, zarokên me li wê derê bimînin. Min ji ku dizanibû? Ji xizmên me yên li ser rê çavdêrî dikirin, telefonek hat. Got F-16'an qaçaxçi bombebaran kirine. Dema min ev bihîst, ji nişak ve mejiyê min sekinî. Bi qîrîn û hawar ez çûm ser sînor. Nikarim behsa wê hovîtiyê bikim. Gelekî zehmet bû gelekî. Tenê ez dizanim û tenê Xwedê dizane ka min çawa kurê xwe pêçand, çawa ew veşart.

Em di şînê de bûn. 34 canên me ji nişka ve çû bû. Lê belê vê rewşê kêfa kesî xera nekir. Mîna ku tiştek nebûye, di rewşeke ku 34 can hatin qetilkirin de li çar aliyên welêt pîrozbahiyên sersalê dihatin kirin. Ji xwe dema min xebera mirina kurê xwe bihîst, ez hingî mirim. Carna dibêjin, mirovahî qediya! Di wê kêliyê de min bi rastî fêm kir ku mirovahî qediyaye. Ez ji xwe roja kurê min hat qetilkirin, mirim. Lê ez ne li benda ewqasî bûm. Vana bi rastî jî mirov nînin. Li pêşberî rewşeke bi vî rengî li gel Şeytan jî çav hebe wê binêre, guh hebe wê bibihîze, ziman hebe wê biaxive, lê belê ev şeytanên lal, kor û ker in."

BERPIRSYARÊ SEREKE YÊ KOMKUJIYÊ ERDOGAN E KIRYARAN DIPARÊZE YE

Dayika dilşewat diyar dike ku 2 salin ji bo cezakirina kiryaran wan li her deriyan dane û got, "Lê belê Serokwezîr Erdogan berpirsyar xistiye bin baskê xwe, bi dil û can ew hembêz kiriye. Ji ber li pêşberî vê komkujiya dewleta Tirk wicdanê wî jî ne êşiya. Ne got, gelo min çi kir."

Felek Encu da xuyakirin ku berpirsyarê sereke yê komkujiyê Serokwezîr e û got, "Heta ku kujer neyên ronîkirin, kujer ew e. Kujerê duyemîn jî Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşê ye. Yê sêyemîn jî Serokkomar Abdullah Gul e."

Encu li hemberî wezîr û parlamenterên Kurd ên li nava AKP'ê de cih digirin û li pêşberî komkujiyê bêdengin nerazîbûn nîşan da û got, "Yek jî ranebû negot, ji bo Roboskî ez îstifa dikim."

Encu bibîr xist ku yên bi gotina "qeçaxçitî kirin" hewl dan ser komkujiyê bigirin îro bi bertîl û nelirêtiyê hatine rojevê û wiha peyivî:

"Ji we re gotin qeçaxçî. Mîna ku sedemeke ji bo bombekirina zarokên me. Gelo îro zarokên wan, karsazên wan, wezîrên wan, kurên wan dema bi trîlyonan diziyê dikin ev ne sûc e, lê zarokên me yên ji bo du parî nan di serma û seqema zivistanê de dikevin rêyan dibin qeçaxçî? Li holê talan û şêlandineke mezin heye, lê dengê wan dernakeve. Gelek ji wan hatin binçavkirin û berdan. Em nizanin dizî çiye. Gelo zarokên me yên ji bo qezençkirina 50 TL ketin ser rê qeçaxçî ne"

XWÎNA CIWANÊN KURD WÊ LI ERDÊ NEMÎNE!

Felek Encu dibêje birayên Erkan ên biçûk timî behsa bîranînên xwe yên pê re dikin û jê pirsa "Dayê çima Erkan kuştin" dipirsin û destnîşan dike ku psîkolojiya zarokên wê xera bûye.

Dayika dilşewat pirsa "Çima ev anîn serê me, ji ber ku em Kurd in?" dipirse û dibêje:

"Bila dest ji me berdin. Em jî mirovin û dixwazin mîna mirovan bijîn. Em dibêjin êdî bese. Em naxwazin di bin zilma wan de bieciqin. Em edaletê dixwazin. Xwîna ciwanên me yên Kurd ewçend erzan nîne. Heta mirinê her du destên min wê li sînga wan be. Heta ku hesab ji wan nepirsim ezê nemirim. Eger bimirim jî ezê ji zarokên xwe re bêjim, 'Ez mirim hûn dewam bikin. Xwîna kekê xwe ti carî li erdê nehêlin."