Ferhan Turk ji bo peywira xwe paşve bigire serî li wezaretê da

Ferhan Turk ji bo peywira xwe paşve bigire serî li wezaretê da

Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, ji bo peywira wî paşve bê dayîn serî li Wezareta Karên Hundir da.

Şaredarê Qoserê Ferhan Turk yê ku di doza sereke ya "KCK'ê" de nêzî 3 salan di girtîgehê de ma û di 20'ê Sibatê de hate tahliyeyekirin ji bo peywira xwe paşve bigire serî li Wezareta Karên Hundir da. Parêzerê Turk Erdal Kuzu, diyar kir ku ji bo şaredariya Turk careke din bê dayîn bi riya Waliyê Mêrdînê serî li Wezareta Karên Hundir da.