Fermandar Egîd li seranserê Rojavayê Kurdistanê hate bîranîn

Fermandar Egîd li seranserê Rojavayê Kurdistanê hate bîranîn

Bi boneya “Hefteya Lehengiyê” li bajarên Qamişlo, Tirbesipiyê, Amudê, Efrîn û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê fermandarê pêşeng ê gerîlayên Kurdistanê Mahsum Korkmaz (Egîd) gerîlayên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

AMUDÊ

Merasîma li Amudê li Navenda Çand û Hunerê ya Hurî bi beşdariya sedan kesan hate lidarxistin. Endama TEV-DEM Zelal Ciger di civînê de axivî û diyar kir ku Mahsum Korkmaz (Egîd) û Yekta Herekol ji bo jiyaneke azad canên xwe feda kirine û bi vî rengî bûne rêberên riya azadiyê. Zelal Ciger her wiha li ser jiyana Egîd rawestiya.

Hunermend Elî Mensur jî li ser jiyana Yekta Herekol axivî. Piştî axaftinan li ser jiyana Yekta Herekol sînevîzyonek hate pêşkêşkirin. Piştre jî şanoyek Herekol hate pêşandan.

Merasîm li lîstika şanoyê ya Koma Şanoya ya bi navê Yekta, bidawî bû.

CINDÊRIS

Li navçeya Cindirês a Efrînê ji aliyê TEV-DEM’ê ve li avahiya Navenda Çand û Hunerê civînek hate lidarxistin. Di civînê de li ser jiyana Mahsum Korkmaz sînevîzyonek hate pêşandan. Piştre Endamê TEV-DEM Evdilezîz Mîrza li ser jiyana Korkmaz axaftinek kir. Piştî civînê Koma Berçem stranên li ser Korkmaz hatine çêkirin gotin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî 8 gerîlayên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û ji bajarê Hesekê ne hatin bibîranîn. Di merasîma ku li Meydana Şehîdan a Taxa Miftî bi beşdariya gelek kesan hate lidarxistin de her wiha Mahsum Korkmaz (Egîd) jî hate bibîranîn. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Sadun axaftinek kir. Sadun, li ser rola Mahsum Korkmaz a di hişyarkirina gelê kurd de rawestiya û hemû gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.

Di merasîmê de li ser navê PYD û Yekîtiya Star jî axaftin hatin kirin û cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn.

Di merasîmê de belgeyên sicîlê yên 8 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, li malbatên wan hatin belavkirin. Di dema belavkirina belgeyan de girseyê jî sloganên azadiyê qêriyan.

TİRBESPİYÊ

Fermandarê efsanewî yê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) Mahsum Korkmaz (Egîd)  û şanoger Yekta Herekol  yê ji bo şermezarkirina  komploya navnetewî ya li dijî rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan di 27’ê Adara 2004’an de bedena xwe dabû ber agir bi beşdariya sedan kesî hatin bibîranîn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ridwan Hec Hesen axivî. Hesen, da zanîn ku ’’Şehîdan ’’ bi xwîna xwe ala azadiyê hildane jor û got: ’’Berxwedana Egîd wê riya me ronî bike.’’

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Iskender Dêrikî jî axifî. Îskender diyar kir ku meha Adarê meheke pîroze û got: ’’Heval Egîd di sala 1977’an de tevlî tevgera azadiyê bû,bi xebatên xwe yên ji bo azadiya Kurdistanê bû fermandarek efsanewî.’’

Her wiha Dêrikî Şanoger Yekta yê ji bo şermezarkirina  komploya navnetewî ya li dijî rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan di 27’ê Adara 2004’an de agir berda bedena xwe jî bi bîranî û dazanîn ku Yekta demên dirêj li bajarê Dêrsimê yê bakûrê Kurdistanê xebat meşandibû.

Serokê Meclîsa Gel a bajarê Tirbespiyê Nûreldîn Şakir jî di axifî. Nûreldîn Şakir jî Egîd û hevalên wî bibîranîn.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo jî Saziya Çand û Hunerê li Navenda Mihemed Şêxo, bi munasebeta roja şanoyê û biranîna Şanoger Yekta Herekol ku di 27’ê Adara 2004’an de bi armanca şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li Helebê agir berda bedena xwe şeva şanoyê lidarxist.

Di Şeva şanoyê de sînevîzyon li ser jiyana Şanoger Yekta hate pêşkêşkirin, piştî sînevîzyonê  3 şanoyên komên Botan, Hêvî û Viyan hatin pêşkêşkirin.