Fermandara YJA STAR’ê Avesta Harun Firat
Fermandara YJA STAR’ê Avesta Harun Firat
Fermandara YJA STAR’ê Avesta Harun Firat
Di operasyona Mexmûrê de ku 20 çete hatin kuştin û 5 gund ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin de fermandara YJA STAR’ê Avesta Harun Firat ku roleke girîng lîst jiyana xwe ji dest dabû. Harun Firat beriya di berxwedana Mexmûrê de cih bigire, derket holê ku tevlî bernameya Jinên Çiyayî ya li Herêmên Parastinê yên Medya ji aliyê Stêrk TV ve hatibû kişandin, bûye.

Di 11’ê Îlonê de di operasyona ku li Mexmûr û derdora wê pêk hat de û 5 gund ji çeteyan hate rizgarkirin û 20 çete hatin kuştin de, yek ji fermandara YJA STAR’ê Avesta Harun Firat û gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabû.
Avesta Harun Firat ku li navçeya Mîks a Wanê hat dinê û di 2005’an de tevlî gerîla bû. Zêdetir li qadên Behdînan û Xakurkê cih girt. Di Şerê Gel ê Şoreşger a 2012’an de serkeftineke mezin derxst holê û piştî berxwedana Mexmûrê ya li dijî DAIŞ’ê derbasî vê qadê bû.

Hate hînbûn ku Avesta Harun Firat beriya ku derbasî Mexmûrê bibe tevlî bernameya Jinên Çiyayî ya li Herêmên Parastina Medya hatiye kişandin bûye. Ekîba Jinên Çiyayî li ser pêngava Şemzînanê pirsan ji Avesta Harun Firat dipirse û Firat jî cihgirtina jinan a şer de, rola jinan û pêngava Şemzînanê nirxandibû.

Harun Firat wiha gotibû:
“Demekê gelê me bi me jinan bawer nedikir ku em di nava şer de cih bigirin û bi ser bikevin. Lê di roja me ya îro de di civakê de yên herî zêde dertên pêş jin in. Di Şerê Gel ê Şoreşger de jinan berxwedaneke mezin nîşan da û bi ser ket. Ji ber vê îro di vê pêvajoyê de jî dê jin bi ser bikevin.”
