Fermandarê ARGK'ê Erdal ji aliyê hezaran ve hat bîranîn
Fermandarê ARGK'ê Erdal ji aliyê hezaran ve hat bîranîn
Fermandarê ARGK'ê Erdal ji aliyê hezaran ve hat bîranîn
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û yek ji fermandarên ARGK'ê Engîn Sîncer (Erdal) ku di sala 2003'an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest da, li gundê Topalan ê navçeya Bazarcixê, li gel Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat bîranîn.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û yek ji fermandarên ARGK'ê Engîn Sîncer (Erdal) ku di 17'ê Tebaxa sala 2003'an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest da, li gundê Topalan ê navçeya Bazarcixê, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat bîranîn.
Di merasîmê de li gel malbata Sîncer, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Kemal Bulbul, malbata Fîdan Dogan, ji bajarên Mereş, Semsûr, Meletî, Dîlok, Edene, Mêrsîn û gelek bajarên din welatî amade bûn.
Balkêş bû ku ji danê sibê ve li ketin û derketina navçeya Bazarcixê hejmareke zêde polîs û cerdevan hatibûn bicihkirin. Bi sedan wesaîtên li Bazarcixê li hev kom bû, ji vê derê bi awayekî konvoyî ketin ser rêya gundê Topalanê. Girseya gel li ber Mala Cem a gund li hev kom bû û bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Hevalê Erdal namire", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Rojava" ber bi goristana gund a gora Sîncer lê ye, meşiya.
Goristan û kolanên gund bi alên PKK, KCK û tevî Sîncer wêneyên gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dan, hatin xemilandin.
Girseya gel li goristanê deqeyekê rêz girt. Piştî dûa û merasîma li vir girseya gel çû mala cem.
Merasîma bîranîna Sîncer, wê li mala cem piştî xwarina xêrê, bi axaftinan dewam bike.