Fermandarê Giştî yê DAIŞ’ê hate kuştin
Fermandarê Giştî yê DAIŞ’ê hate kuştin
Fermandarê Giştî yê DAIŞ’ê hate kuştin
Hate ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) Omer Şîşanî yê bi eslê xwe Çeçen e di pevçûna li herêma Efrînê de hatiye kuştin û cenazeyê wî di destê hêzên YPG’ê de ye.
Li herêma di navbera bajaroka Atma ya girêdaya Idlibê û navçeay Cindirêsê ya Efrînê de komên çete 2 roj beriya niha êrîşî girên li dora gundên Celemê, Dêwa, Dêr Belût, Mela Xelîl, Girê Silora kiribûn û dinavbera wan û hêzên YPG’ê de şer derketibû. Di encama şer de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbibûn cenazeyên 2’yan ji wan ketibûn destê hêzên YPG’ê.
Li gorî agahiyên bidestxistin ketine, yek ji van cenazeyan aydê Fermandarê Giştî yê Suriyê yê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) Omer Şîşanî yê bi eslê xwe Çeçen e. Cenazeyê din jî aydê kesê bi navê Ebû Maaz ê ku ji welatên Asya Navîn e. Li gorî agahiyên hatine girtin, wêneyên cenazeyan û yên van herdu kesan hatine muqayesekirin û piştrastikirin. Heman koman jî di malperên xwe de piştrast kiriye ku Şîşanî hatiye kuştin.