Fermandarê HPG Rohat: Bi saya qehremanan em niha li ber rizgariyê ne

Fermandarê HPG Rohat: Bi saya qehremanan em niha li ber rizgariyê ne

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Perwer Rohat hefteya Qehremaniyê 21-28’ê nirxand û  diyar kir ku, bi saya kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane gelê Kurd hatiye asta rizgarbûnê û  got: “Divê li Kurdistanê hemû rojan veguherînin hefteya qehremanî û roja azadiyê.”

Rohat da zanîn ku, ji bo gelê Kurd hefteya qehremaniyê ya di navbera dîroka 21-28’ê Adarê de ji bo kurdan cihekî girîng digire û wiha got: “Ji bo azadbûna civakan, civakîbûna wan di dîroka xwe de rojên gelek bi nirx afirandine. Ji bo gelê Kurd hefteya qeremaniyê girîng û bi nirxe. Hefteya qehremeniyê hefteyeke ku gelê Kurd xwe îfade kiriye, hefteya ku azadiya xwe hedef kiriye. Ji ber vê jî                                       ji bo gelê Kurd hefteya qehremeniyê sembola têkoşîn û hebûnê ye.”

Perwer Rohat da zanîn  hefteya qehremeniyê dema herî krîtîk ya têkoşîna hebûna gelekî îfade dike û wiha got: “Têkoşîna hevalê Mazlûm Dogan û berxwedana wî têkoşîna ku di bedena xwe de gelekî bide jiyîn bû. Dîsa hevalê Egîd têkoşîna wî ji bo şikandina zincîra koletiyê bû. Yanî têkoşîneke ji bo hebûna gelekî ji bo azadiya gelekî ku hatibû mêtînger kirin bû.”

Rohat destnîşan kir ku, gelê Kurd bi qehramên azadiyê yê têkoşiyan re şiyar bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em vê pir baş dizanin.  Gelê Kurd bi têkoşîna  van qehremanan hebûna xwe domandiye. Gelê Kurd van qehremaniyan şiyar bûne û li Rojhilata Navîn û hemû Cîhanê dengê xwe bi cîhanê dane bihîstin.

EMÊ BI RUHÊ EGÎDAN Û MAZLÛMAN RIZGAR BIBIN

Rohat got, gelê Kurd xwedî li van qehraman û van rojan derketiye û wiha pê de çû: “Gelê Kurd xwedî li van rojên bi nirx û qehreman derket. Li qadan ev qehreman bibîranîn. Têkoşîna wan dan jiyîn. Ciwanên Kurd ji bo xwedî li van qehremaniyan derkevin derketin çiyan.”

Rohat  dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li ser vî bingehî tevgera azadiya Kurd her roj xwe guhertiye, her roj veguhertiye roja qehremanî û azadiyê. Di hefteya qehremaniyê de kesên têkoşîn dane, em wekê gel  dikarin ji bo bîranîna wan têkoşînê bilind bikin û welatekî azad,  gelekî azad biafirînin. Heta ku wek Egîd û Mazlûman nebin kadro mirov rizgar nabin.  Rizgariya me bi sahaya têkoşîna qehremanan çêbû. Ji bo vê hefteya qehremaniyê, divê gelê me têkoşîna xwe bilind bike. Tenê bi vî awayî dê azadî bê qezenckirin.  Em îdia û soza xwe dê bi vî awayî qezenc bikin.