Fermandarê YPG’ê: Em ê tenê Desteya Bilind guhdar bikin
Fermandarê YPG’ê: Em ê tenê Desteya Bilind guhdar bikin
Fermandarê YPG’ê: Em ê tenê Desteya Bilind guhdar bikin
Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo, destnîşan kir ku şerê li Serêkaniyê tê meşandin şerekî ji rêzê nîn e û bal kişand ku hêzên wekî Tirkiye, yên xwe wekî muxalefeta Sûriyeyê binav dikin û rejîm bixwe jî di nav de ye. Hemo, destnîşan kir ku piştî serkeftinên YPG’ê gelek derdor, her wiha Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê daxwaza hevdîtinan kirine, lê ew bi tu kesî re hevdîtinê pêk naînin û got, “Em hêzek bi serê xwe nîn in, yên dixwazin bi axivin bila bi Desteya Bilind a Kurd re bi axivin. Em tenê biryarên Desteya Bilind guhdar dikin.”
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo, derbarê êrîşên li Serêkaniyê û pevçûn dom dikin, sedemên van êrîşan, hêzên di nav de cîh digirin, encamên şer û bangên agirbestê de pirsên ANF’ê bersivandin.
Rewşa dawî ya Sûriyeyê di warê ewlekariyê de çawa dinirxînin?
Şoreşa Sûriyeyê ket sala xwe ya duyemîn û ji hemû aliyan ve rewşên nû tên jiyandin. Hem ji bo muxalefetê hem jî ji bo rejîmê mirov dikare vê yekê bêje. Li Rojhilata Navîn li gel pêvajoya “Bihara gelan” rejîmên dîktator yek bi yek hilweşiyan. Suriye jî yek ji van e û di 15’ê Adara 2011’an de li Sûriyeyê jî pêvajoyek şoreşê ya mafdar destpê kir. Gelên Sûriyeyê ev 47 sal bûn ji destê rejîmê zulmek mezin dîtibû. Lewre serhildana ku ji bajarê Derayê destpê kir, pêl bi pêl li tevahiya welat belav bû û di warê navnetewî de jî piştgiriyek mezin girt. Lê rejîma Sûriyeyê bi awayekî pir hovane bi ser xwepêşandanan de çû û dixwest serhildanan tune bike. Li hemberî vê yekê jî pêvaoya şoreya Sûriyeyê hêdî hêdî bi çekdar bû. Ji ber ku rejîmê li hemberî gel çekên giran bikar dianîn, muxalefet jî mecbûr ma ku çekan bikar bîne. Lewre destpêkê şerê çekdarî mafdar bû. Bi vê yekê re serhildan derbasî asta duyemîn bû, şerê parastinê hatibû destpêkirin.
Ev rewş heta demekê dom kir, li gel bajaran hate meşandin, lê pêvajo çiqas dirêj bû, rewşa şerê parastinê jî guherî. Li şûna şoreşgerên ku xweparastinê esas digirin, komê cuda derketin holê, çetevanî di nava wan de pêş ket. Di bin siya muxalefetê de li Sûriyeyê Îslama radîkal hate pêşxistin. Pêşxistina îslama radîkal jî lîstikek zanebûn bû û bi armanca ku şoreşa Sûriyeyê ji xeta wê bê derxistin hate pêkanîn. Her wiha dihat xwestin ku bi vê yekê temenê rejîma Sûriyeyê bê dirêjkirin. Di encamê de şoreşa Sûriyeyê ji dema destpêka cudatir ketine merheleyeke pir cuda û ji xeta xwe derketiye. Komên çete derketin, komên ku tenê xizmeta hêzên derve dikin hene. Armanca van jî xistina rejîm Sûriyeyê nîn e, bi temamî li gorî berjewendiya hêzên herêmî û navnetewî dikin. Ev jî hêzên hegemon û hêzên herêmî yên wekî welatên ereban ên kendavê û Tirkiyeyê ne. Ereban naxwazin Şiî pêş bikevin, Tirk jî naxwazin Kurd pêş bikevin. Lewre jî îslama radîkal hate pêşxistin. Vê rewşê hêzên rojavayî xistin gumanan. Lewre temenê rejîmê dirêj bû, heta mirov dikare bêje ku rejîmê hinek kom ji bo dirêjkirina temenê xwe birêxistin kirin. Yanî bi kurtasî her hêzekê hinek kom ji bo xwe bikar anîn. Di navbera van hêzan de bazar têne meşandin û ji bo pêşîlêgirtina îslama radîkal belkî jî li hev kirine û di encamê de jî temenê rejîmê hinekê dirêj bûye. Dixwazin bi Beşar Esedekî zeîf demeke din jî bidomin.
* We jî anî ziman, her hêzek hinek koman li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin. Li dijî van berjewendiyan jî hêza kurdan wekî asteng tê dîtin. Gelo êrîşên dawî yên li dijî herêmên kurdan di vê çarçoveyê de dikarin bêne nirxandin an na?
Ev gelekî aşkera ye. Ger ku li cihekî ku rejîm lê nebe, pirsgirêk tunebin, lê dîsa jî ev komên hanê êrîş bikin, wê demê derdikeve holê ku ew ne li pey rejîmê ne. Ji destpêkê ve jî bi vekirî diyar dike ku êrîşên li hemberî herêmên kurdan bi armanca hilweşandina rejîmê û şerê li dijî wê nayên pêk anîn. Hikûmeta Tirkiyeyê di destpêkirina pêvajoya Sûriyeyê de gelek caran diyar kiribû ku ew nahêle kurd bibin xwedî înîsiyatîf û gelek caran Meclîsa Niştimanî ya Sûriyeyê jî bi gotinên wekî, “Ger ku hun destûrê bidin kurdan, ez alîkariyê nadim me” tehdît kirin. Lê li gel hemû hewldan û êrîşan jî gelê kurd li gel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajaran Rojavayê Kurdistanê rizgar kirin.
Ji 19’ê Tîrmeha sala 2012’an û vir ve bajarên xwe rizgar kirine, hêzên wê yên parastinê jî van bajaran diparêzin, her wiha meclîsên wan jî bi sîstema xweseriya demokratîk xwe bixwe birêve dibe. Li gel hemû zehmetiyên tên jiyandin jî, herêmên kurdan bi aramin û li gorî derfetan pirsgirêkên xwe çareser dikin. Vê rewşê fermiyetek jî derxistin holê. Tenê kurdan karîbûye ku herêma xwe birêve bibin, li aliyê din ne rejîmê ne jî muxalefetê tiştekî wiha nekarî pêk bîne. Lewre jî Tirkiyeyê ev yek hezim nekir. Ji bilî tehdîtên li ser Meclîsa Niştimanî û hewldanên navnetewî, xwest ku rasterast û bi rengekî gelekî aşkera êrîşî ser destkeftiyên kurdan bike.
‘DEST BI TALANÊ Û ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GEL KIRIN’
Ev êrîş li Efrînê destpê kirin, wekî tê zanîn komên çete yên kurdan kirin girêdayî Tirkan bûn. Lê gelê Efrînê gelekî bi nirxên xwe ve girêdayî ye, lewre Tirkiye di polîtîkaya xwe de biser neket. Lewre planên xwe veguherandin ser herêma Cizîrê ku dilê Kurdistanê ye. Êrîşên li Serêkaniyê, ji roja destpêkê heta niha, bi armanca dagirkirina herêma Cizîrê pêk tên. Her wiha dixwestin kurdan tune bikin. Rejîm li gelek bajarên din heye, lê hedefgirtina Serêkaniyê ku rejîm tê de tune ye, manîdar e.
Me got ketina destpêkê ya van koman temam bila ji ber bermahiyên rejîmê be, lê piştî ku ev bermahî jî neman, komên çekdar êrîşî malên gel kirin, talan û dîzî destpê kir. Lewre hêzên YPG’ê mecbûr ma ku bersiv bide. Gelek pevçûn çêbûn û YPG di van pevçûnan de serkeftinên mezin bidest xistin.
‘KOMÊN BI PERE, TÊK DİÇÛN AGIBEST DIXWESTIN’
Hinek komên çete têne birêxistinkirin, pere ji Tirkiyeyê digirin û tên li Serêkaniyê şer dikin, lê piştî têk diçin 2 roj piştre daxwaza şer sekinandinê dikin. Gelê kurd û hêzên parastina wan YPG’ê, naxwaza şer û kuştinê bike, zulmê li tu kesî bike, lewre destpêkê ev daxwaz qebûl dikirin. Wê çaxê jî diviyabû ku pirsgirêk bihata çareserkirin. Di vê çarçoveyê de daxwaza YPG’ê tenê ew bû ku ev kom derkevin û gelên Serêkaniyê bajêr birêve bibin. Lê ev yek li dijî daxwazên wan bûn, digotin, “wê çaxê emê li ku bin, emê çawa ji destkeftiyan par bigirin...” Di encamê de komên ku me pê re şer dikirin, êdî şer nedikirin, lê vê carê hinek komên ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine şandin dihatin û êrîş dikirin. Lê ew jî têk diçûn û daxwaza agirbestê dikirin.
‘DEMA ÊRÎŞÊN SERÊKANIYÊ BALKÊŞ E’
Piştî van pevçûnan û agirbestan ji bo çareseriya pirsgirêkê demeke dirêj devdîtinan dom kir û ev hevdîtin hatibûn asta dawiyê ku êdî bi encam bibin jî. Di vê navberê de planên me yên ku em bermahiyên rejîmê yên li Rojavayê Kurdistanê paqij bikin, hebûn. Di vê çarçoveyê de me berê xwe da herêma Rimêlanê ku herêmek mezin a petrolê ye. Li wir hinek hêzêr rejîmê mabûn û tabûrek leşkerên rejîmê ku li dora vê herêmê bicîh bibû, dorpêç kir. Me xwest ji vir derxînin û herêmê bixin bin kontrola xwe. Lê piştî 2-3 rojên dorpêçkirinê, komên çete li Serêkaniyê êrîşî hêzên me kirin. Destpêkê em şaş bûn, yanî li aliyekê em bi rejîmê re şer dikin, li aliyê din komên çete êrîşî me dikin. Me got “gelo rejîm dixwaze dorpêçkirina Rimêlanê rake, loma li Serêkaniyê êrîş dike?” Lê di encamê de li herdu aliyan jî li berxwe da. Li herêma Rimêlanê wekî me plan kiribû, tabûra leşkerî ji gundê Girzîro hate derxistin, serkeftinek pir mezin çêbû.
Di dema dorpêçkirina Girzîro de, li Serêkaniyê jî êrîşên pir dijwar li ser me hebûn. Lê balkêş e, dema me Girzîro girt destê xwe, van komên çete bi riyên cuda daxwaza agirbestê kirin.
* Yanî li Serêkaniyê şerekî ne ji rêzê heye. Hêzên herêmî yên wekî Tirkiyeyê, muxalefet û rejîm bixwe jî tê de cîh digirin?
Yanî, di navbera wan de peymanek fermî nebe jî, li hemberî me, di navbera van hêzan hemuyan de lihevhatine heye. Yanî balkêşe, dema xwest rejîmê ji Girzîro derxînin, li Serêkaniyê êrîş hatin pêkanîn, dema me Girzîro girt jî, hêzên muxalefetê bi riyên cuda agirbest xwest. Bi rastî êrîşa dawiyê ya li Serêkaniyê em wekî bêbextiyek mezin dinirxînin. Piştî hevdîtinên bi komên çekdar re û hevdîtinên dihatin meşandin êdî me bawer kiribû ku dê li Serêkaniyê rewş aram bibe, emê encamekê bigirin û rêveberiya sivîl dê bê avakirin. Lê bêbextiyek pir mezin hate kirin. Hem piştgiriya mezin a Tirkiyeyê heye, hem jî hemû hêzên xwe yên ji cihên cuda anîn Serêkaniyê.
* Di rojên dawî de li Serêkaniyê kesek hate kuştin û derket holê ku ji Tirkiyeyê ye û nasnameya wî ya ku berê di nava Hîzbul-kontra de bû aşkera bû. Dîsa navên gelek kesên ku ji Tirkiyeyê di çapemeniyê de hatin weşandin. Her wiha çend wêneyên leşkerên tirkan li ser endamên komên çekdar hatin girtin. Ji bilî van tiştên wekî belge û hwd. ku ketine destê we hene?
‘CARA YEKEM BI HEJMAREK EVQAS MEZIN ÊRÎŞ DIKIN
L i Serêkaniyê cara yekemîn Artêşa Azad,-yanî naxwazim navê Artêşa Azad bikar bînim, lê mixabin ev komên hemû xwe wisa binav dikin-, bi hejmarek evqas zêde şer kirin. Yanî ji bajarên wekî Idlib, Heleb, Bab, Dêra Zorê, Tilebyat, Hesekê hejmarek gele zêde hatin, heta dikarim bêjim ku hinek ji Şamê jî hatibûn. Dîsa Tirkiyeyê piştgiriyek mezin da, ji wî alî gelek hatin.
* Beriya ku li Serêkaniyê êrîş destpê bikin, di çapemeniyê de nuçe hatin weşandin ku ji Tirkiyeyê hezar û 500 endamên komên çekdar derbasî Serêkaniyê bûne. Ev hejmar rast e, yan jî hejmara wan çiqas e?
‘SUBAYÊN TIRKAN KOMÊN ÇEKDAR ARASTE DIKIN
Hejmar pir pir zêdetir e. Yanî belkî ji Tirkiyeyê hezar û 500 kes hatibin, hejmarê tam nizanim, lê qasî wan jî ji bajarên din ên Sûriyeyê hatibûn. Hejmarek pir zêde heye. Şerekî mezin çêbû, lê hêzên YPG’ê biser ketin û li piraniya bajêr kontrol xistiye bin destê xwe. Êdî şer li taxên li ser sînor Tirkiyeyê didomin. Piştî vê serkeftina dawî, ev çend rojên dawî ne, bi awayekî pir aşkera êdî Tirkiye bixwe êrîş dike. Em di cîhazan de guhdar dikin, subayên tirkan ji komên çete agahiyan dixwazin, cihên YPG’ê ji wan dixwazin, wan araste dikin. Berê jî Tirkiye di nava şer de bû, lê niha bi awayekî aşkera di nava şer de ye. Jixwe di çapemeniyê de jî hate weşandin kesên ji Tirkiyeyê hatibûn hatin kuştin.
* Wekî tê zanîn hikûmeta AKP’ê ya Tirkiyeyê beriya demekê ji meclîsê biryara operasyona dersînor ji bo Sûriyeyê derxistibû. Niha di vî şerî de tê gotin ku komên çekdar ên li Serêkaniyê guleyan berdidin Serêkaniya serxetê û welatiyan birîndar dikin. Gelo dibe ku Tirkiye vê yekê bike hinceta “ez mafê xwe parastinê bikar tînîm” û bi awayekî fermî êrîşî Serêkaniyê bike?
Bawer nakim ku Tirkiye tiştek wisa bike. Lê bi fermî bi me re biketa şer dê baştir bûya. Ji ber ku bi wî awayî encam nedigirtin. Lê bi riya van çeteyan li gorî xwe baştir encaman digire, tevlîheviyan derdixîne û xwe li derve digire. Her wiha evqas leşkerên wan ên bê pere, yên ehmeq (Komên çete) hene, wê çima bixwe bikeve şer.
* Baş e li hemberî şerê Serêkaniyê, helwesta partî û rêxistinên kurd, her wiha gelên herêmê çawa ye?
Bi rastî di vî warî de, ji ber nêzîkahiya hatiye nîşandan em gelekî hestewar in. Belkî cara yekemîn e ku gelê kurd di meseleyek wiha de dibe yek. Li Serêkaniyê piştgiriyek gelek mezin hate nîşan dan û vê yekê rê vekir ku YPG hêza xwe mezintir bike. Me jî ji roja yekemîn ve ev yek dixwest. Lê demekê nakokî hebûn, lê di encama berxwedana Serêkaniyê de pêngavên gelek girîng hatin avêtin. Ramanên wan çi dibin bila bibin, gelek aliyên kurd li dora YPG’ê bûne yek. Gelek alî bi awayekî fermî hatin mil dan me, yên hêza wan nebûn jî, bi awayekî siyasî piştgirî dan. Yên ji YPG’ê hes nakin jî, daxuyaniyan didin, ev ji bo me gelekî girîng e.
* Ji bilî gelê kurd, Suryaniyên li Dirbêsiyê, ji bo YPG’ê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Wekî din nêzîkahiya gelên din bi taybetî gelên li Serêkaniyê yên wekî ereb, suryanî, asûrî û hwd. çawa ye?
Gelên ereb û suryanî jî, bi devkî piştgiriya xwe aniye ziman. Em her tim dibêjin ku YPG’ê tenê parastina kurdan nakin, parastina hemû gelên herêmê dikin. Lewre wekî ciwanên kurd, tevlîbûna ciwanên gelên din a YPG’ê jî girîng e. Alîkariya wan gelekî girîng e, her wiha hinek ciwanên ji netewên din jî tevlî YPG’ê bûne, lê em dixwazin ciwanên hemû netewan tevlî refên YPG’ê bibin.
* Niha li Serêkaniyê rewşa dawî çiye?
Niha ji bilî mentîqa Mehete ku piranî komên çete yên dibin kontrola Tirkiyeyê de têde ne, piraniya bajêr di destê YPG’ê de ye. Yanî ji başûr û rojavayê riya Hesekê, heta nava bajêr, ji wir heta mentîqeyên Xiraba, Sînaa, Ebra û Sukê di destê YPG’ê de ne. Cihên mane jî niha dorpêçkirî ne. Rewş gelekî baş e, em serkeftî ne.
Ev çend roj in tu alî nemane ku dixwazin bi mere bikevin têkiliyê û em şer rawestînin. Lê em wekî YPG’ê ne biserê xwe ne ku dema em bixwazin şer bikin an jî rawestin. Em wekî komên çete nîn in. Hinek aliyên muxalefeta Kurd, muxelefta Sûriyeyê, her wiha pir kesên niha bi me re şer dikin jî daxwaza hevdîtinê kirin. Em hemû rewşan dinirxînin, lê gelê kurd bi tu awayî van koman naxwaze.
* Yanî ji ber agirbestên baweriya gel li hemberî wan nemaye...
Rast e, ji Efrînê heta herêma Cizîrê tu kes van koman naxwaze. Di hemû meş û xwêpaşandanan de tê xwestin ku ev kom bêne derxistin. Ma dê çawa qebûl bikin, komên xwe wekî Artêşa Azad bi nav dikin gelê xwe dikuje, lewre bi tu awayî naxwazin.
* Baş e, Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan ji bo Serêkaniyê komîteyek ava kiriye, ev komîte heta niha bi we re ketiye têkiliyê yan na?
Vê komîteyê biryar girtiye ku bi hemû aliyên li Serêkaniyê şer dikin re hevdîtinan pêk bînin, lê heta niha tiştek çênebûye. Hinek kesên kurd ku di nava wan de cih digirin daxwaza hevdîtinê kirin, lê me qebûl nekir. Em dîsa dibêjin ên ku dixwazin bi me re bi axivin bila bi Desteya Bilind a Kurd re bi axivin, em bi tu kesî re na axivin. Desteya Bilind derbarê kurdan de biryaran digire û ew jî girêdayî wan in. Lewre bila ev komîte bi Desteya Bilind re bi axive. Bixwe gotine ku şer tiştekî baş nîn e, ew na ecibînin. Wê çaxê tişta dikeve ser milê wan bila bicîh bînin, ew jî divê Koalîsyona ketina Artêşa Azad a herêmên kurdî qedexe bike. Ji ber ku kurd têrî xwe hene.
* Derbarê encamên pevçûnan de tişteke ku hun bêjin heye yan na?
Li Girzîro fermandarekî payebilind û 7 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin. Hevalekî me birîndar bûn. Li Serêkaniyê jî di şerê heta niha de 11 hevalên me şehît ketine. Ji vana hevalên Serhet, Lewend û Zerdeşt fermandarên yekîneyan bûn û bi lehengî şehîd ketin. Hemû hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin. Her wiha 11 hevalên me birîndar in, lê birînên wan sivik in. Derbarê windahiyên aliyên din de naxwazin tiştek bêjin, ew bixwe bêjin baştir e.