Fermandarek yê Sûriyeyê hate kuştin
Fermandarek yê Sûriyeyê hate kuştin
Fermandarek yê Sûriyeyê hate kuştin
Li navçeya Şedadê Fermandarê Qereqola Hêzên Ewlekariyê yê Sûriyeyê Mihemed Elîgêdî di demjimêrên şeva din de li aliyê muxalifên çekdar ve hate kuştin.
Fermandarê Qereqola Hêzên Ewlekariyê ya Sûriyeyê Mihemed Elîgêdî li navçeya Şedadê ku 40 kîlometreyî dikeve başûrê Hesekê erkdar bû. Fermandar Elîgêdî 10'ê Sibatê dema ku Artêşa Azad êrîşî bajêr kirin reviyabû û xwe veşartibû. Elîgêdî şevî din ji aliyê muxalifetê ve hate kuştin. Her wiha nûçegihanê me ragihand ku, artêşa Sûriyeyê ji herêma Mêlebiyê ya 15 kîlometreyî başûrê Hesekê ye fûzeyan di avêjin bajêr û ragihandin ku, hejmara kesê ku ji Şedadê ber bi Hesekê ve koçberbûne gihîştiye 40 hezarî.