Feryada malbatekê: Keça me ji nav lepên Adnan Oktar rizgar bikin!
Feryada malbatekê: Keça me ji nav lepên Adnan Oktar rizgar bikin!
Feryada malbatekê: Keça me ji nav lepên Adnan Oktar rizgar bikin!
Keça bi navê A.A. (23) ya ji navçeya Mêrdîn Nisêbînê ji malê reviya û beşdarî tarîqeta Harûn Yahya bû ku di nava raya giştî de weke Adnan Oktar tê naskirin. Malbat di wê baweriyê de ye ku keça wan li otêleke li Stenbolê tê xebitandin û ji aliyê Adnan Oktar ve tê 'bikaranîn'.
Li Îzmîrê, keça bi navê A.A. beriya 2 salan ket bin bandora nêrînên Adnan Oktar û pirtûkên vî kesî bi belaşî belav dikir. Bi hevaleke xwe ya bi navê Ezgî ya ji Zanîngeha Dokûz Eylulê, demeke dirêj pirtûkên Adnan Oktar (Harûn Yahya) yên bi mijara dijberiya peresendî (evolution) difirot-belav dikir. A.A. piştre ji malbata xwe re got ew dixwze biçe Stenbolê û li nerazîbûna malbatê rast hat. Dema fêm kir ku wê malbat nehêle biçe, bi dizî bilêta xwe ya balafirê kirî û li gel hevala xwe Ezgî di Çileya 2013'an de çû Stenbolê. Dûre bi telefonê li malbata xwe geriya û got, "Ez li Stenbolê li gel xoce Adnan Oktar im, min ji bîr bikin." Li gorî agahiyên dawî yên gihaştin malbatê, A.A. li Stenbolê di otêlekê de tê xebitandin. Malbat di wê baweriyê de ye ku Adnan Oktar keçên ciwan 'dixapîne, bi tarîqeta xwe ve girê dide û wan ji bo fûhûşê bikar tîne." Malbat bi fikar e ku keça wan ji bo armancên nebaş bê bikaranîn.
Bav M.A. (65) der heqê rewşa keça xwe de ji ANF'ê re peyivî û bi gotina "Keça min rizgar bikin" bêçaretiya dijî, nîşan da.
DESTPÊKÊ PIRTÛK BELAV KIR
M.A. got, "Keça min demeke dirêj, bi belaşî pirtûkên Adnan Oktar belav kir. Em berê bi cidiyeta rewşê nehesiyabûn. Lê bi demê re me fêm kirin ku keça me vî kesî weke 'mehdî' dibîne. Baweriya xwe pê anî bû ku Adnan Oktar wê cîhanê rizgar bike."
‘EZ DITIRSIM KU KEÇA MIN JI BO XERABIYÊ BIKAR BÎNIN’
Bav M.A diyar kir ku li gel keça wî hevaleke wê jî heye û ji bo Adnan Oktar dixebitin û got, "Keça min ji malê reviya û ji bo di fermana vî kesî de bixebite, çû Stenbolê. Me serî li polîsan dan lê polîsan gotin keça min 18 saliya xwe temam kiriye, azad e, em nikarin tiştekî bikin. Bi rewşeke bêçare, em rawestiyan. Bi fikarim ku keça min ji aliyê vî kesî ve ji bo nebaşiyê tê bikaranîn. Ji ber ku me bihîstin ku niha li otêlekê dixebite. Ji xwe rewşa jinên li kanala televîzyonê ya Adnan Oktar jî fikar û gumanên min zêde dikin."
DAYIK: KEÇA MIN MÎNA BERÊ NAKENE, NAPEYIVE
Dayika A.A., Ş.A. jî got, "Dema keça min bi rêya telefonê got; ez li gel Adnan Oktar im. Min jê re got ez bi gorî dixwazim te bibînim. Piştî ku wê qebûl kir, ez bi xwişka xwe re çûm Stenbolê. Min keça xwe dît. Ji bo li malê vegere, gelekî pê re axivîm. Keça min got, 'min soz da Adnan xoce, nikarim vegerim.' Lê keça min di rewşeke welê de bû ku mîna derman xwaribû. Mîna berê nedipeyivî, nedikeniya. Min nedikarî zorê bidê. Ditirsiyam ku zorê bidimê, dibe ku careke din keça xwe nebînim. Ji neçarî, bêyî keça xwe ez vegeriyam Îzmîrê."
ŞOPA WÊ LI OTÊLEKÊ HAT DÎTIN
Ş.A diyar kir ku ji ber keça wê timî telefon diguher wan nekarî xwe bigihînê û got, "Herî dawî di Cejna Remezanê de bi telefonekê li me geriya. Dema em li vê nûmaraya telefonê geriyan, derket holê ku otêlek li Stenbolê ye. Me navnîşana otêlê peyda kirin û min zavayê xwe şand wê derê. Keça min li wir dîtiye, lê nehiştiye rû bi rû pê re biaxive. Adnan Oktar keçên ciwan dixapînê û digire gel xwe. Dûre operasyonên estetîk bi wan dide kirin. Dûre çawa bikar tîne, em nizanin. Ez bawerim ku keça min ji aliyê vî kesî ve ji bo armancên nebaş tê bikaranîn. Ji çûyîna keça min û vir ve her şevên min bê xew derbas dibin. Eger yek hebe dengê min dibihîze, bila ji kerema xwe re keça min rizgar bike!"