Festîvala Barajarock ji bo Kobanê hat betalkirin

Festîvala Barajarock ji bo Kobanê hat betalkirin

Bername û konserên di çarçoveya Festîvala Barajarock de ya ji bo rawestandina Bendava Ilisû ya wê bajarê antîk Heskîfê di bin avê de bihêle tê lidarxistin ji ber êrîşên li dijî Kantona Kobanê hatin betalkirin.

Bernameya Festîvala Barajarock a di pêşengiya Kampa Piştevaniya bi Heskîfê re ji bo rawestandina Bendava Ilisû ya wê bajarê antîk Heskîfê di bin avê de bihêle tê lidarxistin ji ber berxwedana ji bo Kobanê hat betal kirin. Festîval ji aliyê Hewldana Jiyandina Heskîfê û aktîvîstên Konseya Bajêr a Êlihê hatiye organîzekirin.

Hat diyarkirin ku aktîvîteyên sibe bên lidarxistin jî bi awayekî di çarçoveya têkildarî berxwedana Kobanê de wê bên lidarxistin û paşê wê festîval bi dawî bibe.

Hat ragihandin ku gelek mêvanên ji bo bernameyê hatine jî biryar girtine ku sibe ber bi sînorê Kobanê ve bimeşin.