Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney diyarî Şengalê hat kirin
Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney diyarî Şengalê hat kirin
Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney diyarî Şengalê hat kirin
5. Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê û Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn ve tê organîzekirin, îsal diyarî Şengalê hat kirin.
Li Êlihê, ji bo Festîvala Kurte Fîlmên Kurd a Yilmaz Guney ku îsal di navbear 10'ê Îlon û 10'ê Mijdarê de cara 5. tê lidarxistin, serlêdanan destpê kirin.
Li dû nirxandina fîlmên beşdarî festîvalê bibin, wê di navbera 9 û 14'ê Mijdarê de, fîlm bên nîşandan.
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, bi Alîkara Hevşaredaran Semra Guneş û rêveberên Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn re li salona meclîsa şaredariyê, bi civîneke çapemeniyê starta festîvalê da.
Hevşaredar Akel da xuyakirin ku festîvala îsal diyarî qurbaniyên qirkirina Şengalê tê kirin.
Hevşaredar Akel di dewama daxuyaniya xwe de got, "Em bi armanca afirandina sînemaya alternatîf ketin ser rê û di vê çarçoveyê de me Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney li Kurdistanê veguherandin nirxekî gelê Kurd.
‘ARMANCA ME PÊKANÎNA FERASETA SÎNEMA AZADÎPARÊZ E’
Hevşaredar Akel, got ku festîval her sal ji bo sînemavanên Kurd ên nifşên nû yên bi ziman û çanda xwe berhemên hunerî çêdikin wek organîzasyoneke girîng pêk tê û wiha axivî: “Me xwest di Festîvala Yilmaz Guney a Kurtefîlman, di taybetiya sînemayê de bi helwesteke ku spartekên wê yên demokratîk hebin, li hemberî bazara endustriyel bi awayekî azadîxwaz, bi armanca wekhevîxwaziya cins û ekolojîk pêk bînin. Ji derveyî vê mîhrîcan di heman demê de, dike armanc ku dewlemendiyên dîrokî û çandî yên Êlihê bide nasandin, kesên bi wesîleya mîhrîcanê hatine bajêr derhêner, fîlmçêker, lîstikvanan bi bajêr re bînin gel hev. Wê festîvala me bandora di navbera çandan de biafirîne, sînemavanên Kurd û gel bîne gel hev. Di mîhrîcana me ya îsal de, li gel pêşandana fîlman bi armanca tevkariya ji çêkirina fîlman re, ji bo piştgirîdayîna beşa kurtefîlm senaryo û perwerdekirina ciwanên bi sînemayê re eleqedar dibin wê gelek panel, atolye, pêşangeh di çarçoveya festîvalê de pêk werin.”