Fîkrî Saglar: Pêvajo divê êdî li Meclisê bidome
Fîkrî Saglar: Pêvajo divê êdî li Meclisê bidome
Fîkrî Saglar: Pêvajo divê êdî li Meclisê bidome
Endamê PM’ya CHP’ê Fîkrî Saglar li Bedlîsê axivî û got: “Em piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê” û wiha domand: “Divê êdî pêvajo li Meslisê bidome. Em nameya Ocalan jî girîng dibînin."
Endamê Meclisa Partiya CHP’ê Fîkrî Saglar çû Bedlîsê. Saglar der barê pirsgirêka kurd de diyar kir ev pêvajo şansekî mezine û wiha got: “Ev şerê 30 sal e didome xesarek mezin li welat kir. Asta ku niha em lê ne ez girîngiyê didimê. Di vê astê de ji bo aştiyeke mayînde pêk were divê di bana Meclisê de nexşêreyek bê xêzkirin. Divê Meclîs jî rola xwe bilîze. Divê AKP pêşniyarên BDP û CHP’ê yên der barê mijarê de li ber çavan bigire.”
PEYAMA OCALAN RIYA AŞTIYÊ VEKIR
Saglar destnîşan kir ku pratîka berê ya Erdogan dibe sedema gumanan û got: “Serokwezîr ger dixwaze nîşan bide ku aştiyê tîne, em piştgiriyê didinê. Lê ger aştî pêk neyê, divê serokwezîr vê baş bizane, berpirsê şer dê ew be. Pêvajo di asteke girîng de ye. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girînge û rê li ber aştiyê vekiriye.
CHP PIŞTGIRIYÊ DIDE PÊVAJOYÊ
Saglar wih got: “CHP piştgiriyê dide pêvajoyê. Çi bikeve ser milê me em ê bikin. Tiştên berê CHP’ê digot û dihat redkirin û îro serokwezî dibêje. Peyama Ocalan ya 21’ê Adarê pêvajo lezgîn kiriye. Ji bo vegera malê pêk were û aştiyeke mayînde pêk were divê di bin bana parlamentoyê de pêvajo bidome. An jî dê bi samimiyeta Erdogan bwerî nemîne.”