Filîpînan qedexeya li ser xebata li başûrê Kurdistanê rakir

Filîpînan qedexeya li ser xebata li başûrê Kurdistanê rakir

Hikûmeta Filîpînan qedexeya ku heşt bû li ser xebitîna li Iraqê danîbû, ji bo axa Başûrê Kurdistanê ev qedexe rakir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Filîpînan Raûl Hernadez daxuyaniyek da û ragihand ku welatiyên Filîpînî li Iraqê tenê dikarin li Herêma Kurdistanê bixebitin û got ji bilî vê qedexeya li ser xebitîna li herêmên din ên Iraqê weke berê didome.

Di sala 2004 de Serokdewleta wê demê ya Filîpînan Gloria Arroyo, piştî ajotkarê Filîpînan li Iraqê hat revandin, ragihand ku ew ê ji bo serbestberdana ajotkarê Filîpînî hemû xebatkarên xwe ji Iraqê vebikişînin. Û vekişandibû.

Li hemberî vê qedexeyê jî nêzî 10 hezar Filînî li Iraqê dixebitin. Welatê Filîpînan di cîhanê de welatê ku herî zêde welatiyên wê li derveyê welat dixebite ye. Ji zêdetirê ji sedî 10’ê şêniya wê li derveyê welêt dixebite.