Fîlîpînan qezaya otobusê: 22 kes mirin

Fîlîpînan qezaya otobusê: 22 kes mirin

Li peytexta Fîlîpînan Manîlayê otobusek di pirê de ket xarê, li qamyonekê ket, li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest da.

Otobus li pira 6 metrî de ket xarê. Berpirsê trafîqê Jose Abuyog da diyar kirin ku di otobusê de  20 kes û di qamyonê de jî 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku dibe ku ev hêjmar zêde bibe û gelek birînar jî hene. Ta niha sedemê qezayê ne hatiye diyar kirin.

Di sala 2011’an de li heman cihî qeza pêkhatibû û 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû.